Artêşa Lîbyayê dronên Tirkiyê kirin hedef

Artêşa Lîbyayê ragihand ku hêzên asîmanî îro balafirên bê mirov ên Tirkiyê yên di balafiregeha bajarê Ziware rojavayê welêt kirin hedef.

Berdevkê fermî yê artêşa watanî ya Lîbyayê lîwa Ehmed El-Mismarî di kongreyek çapemeniyê de got: "Piştî komkirina agahiyan girêdayî tevgera balafirên bê mirov ên Tirkiyê, em tekez bûn ku ew Henqirîn di balafirgeha Ziware de bi kar tînin. Balafirên hêzên asîmanî yên Lîbyayê vê sibehê Henqerîn kirin hedef û bi erdê re dûz kirin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ev ji bo her gefekê li dijî karînên gelê me yên jî hêzên me yên leşkerî hişyariyek e."

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, Tirkiyê û Qeter bi mudexelekirina kar û barên Lîbyayê û piştgiriya komên çekdar li Terablusê tewanbar dike.

Tirkiyê beriya vê jî ruxmî biryara navdewletî ya ku şandina çek ji Lîbyayê re qedexe dike, çek û cebilxane û heta balafirên bê mirov ji Lîbyayê re ji bo desteka hikumeta wîfaq watanî rê kirine. Ev jî bi dîmen û wîneyan hatin belgekirin.

(şx)


Mijarên Din