Artêşa Lîbyayê baregeha Neqliye xist bin serweriya xwe

Îro artêşa Lîbyayê baregeha Neqliye ya başûrê Terablusê xist bin serweriya xwe. Her wiha şer li navenda Kobrî Firûsiye, baregeha Hemze û projeya Dewayir didome.

Sky News dîmenek belav kir ku tê de hat belgekirin ku artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi serkêşiya Hefter fakulteya hewayî ya Mesrata ya rojhilatê Terablusê, topbaran dike. Der barê êrîşa li ser fakulteya şer de artêşê tu daxuyanî nedan.

Girêdayî mijarê artêşa Lîbyayê îro baregeha Neqliye ya başûrê paytext Terablusê xist bin serweriya xwe. Her wiha şer di navbera wan û çekdaran de li gelek eniyan li nêzî Kobrî Firûsiye, baregeha Hemze û projeya Dewayir didome.

Fermandarê artêşa Wetenî ya Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter roja çarşemê ragihandibû ku armanca artêşê ew e ku tevahî xaka welêt ji terorîstan rizgar bike. Her wiha tekez kir ku ew ê ala serkeftinê di demeke nêz de di hundirê Terablusê hildin.

(bx)


Mijarên Din