Artêşa Lîbyayê baregeha Mietîqê ya hikumeta Wîfaq bombebaran kir

Artêşa Lîbyayê îro nuqteyên hêzên hikumeta Wîfaq ên li hundirê baregeha Miêtîqê ya asmanî bombebaran kirin.

El-Erebiye ragihand ku beriya niha hêzên hikumeta Wîfaq ku navenda wê li Terablusê ye, hêzên artêşê bi serkêşiya Xelîfe Hefter tawanbar kirin ku cihên hêzên wê li bajarê Sirt ê rojhilatê bajarê Terablusê bombebaran kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûn.

Her wiha hikumeta Wîfaq teqez kir ku şeva yekşemê balafirgeha Mietîqê ya navneteweyî li parêzgeha Terablusê hate bombebarankirin, hikumetê artêşa Xelîfe Hefter tawanbar kir ku bomberbaran kiriye.

Balafirgeha Mietîqê ya navneteweyî li parêzgehê ev 2 hefte ye girtî ye, ew yek piştî ku hate bombebarankirin, di encama wê de sivîl birîndar bûn û balafirek xirab bû.

Balafirgeha Mietîqê ya navneteweyî li hundirê baregeha asmanî ye, heman nav lê ye û li şûna balafirgeha Terablusê ya navneteweyî ku ji sala 2014`an ve naxebite, tê bikaranîn.

(jo)


Mijarên Din