Artêşa Lîbyayê: Balafireke bar a leşkerî ya Tirkiyê hate rûxandin

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan balafireke bar a leşkerî ya Tirkiyê ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê ku çek û cebilxane ji çekdaran re dibirin, kir hedefa xwe û rûxand.

El-Erebiye ragihand ku balafirên artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê îro baregeha Misratayê bombebaran kir, bi wê yekê dibe cara duyemîn ku di hefteyekê de baregeh dibe hedef.

Daxuyaniyeke ji artêşa El-Wetenî tekez kir ku hêzên asmanî yên Lîbyayê balafira barên leşkerî ya Tirkiyê ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê kir hedefa xwe. Li gorî daxuyaniyê, balafirê çek û cebilxane ji derveyî Lîbyayê anîn da ku desteka terorîstan bike.

Li gorî artêşa El-Wetenî ku bi topavêjekê hedef rasterast pêk hat û tu zirar di avahî û alavan de pêk nehatin.

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê hişyarî da dewletên biyanî ku desteka çekdaran di aliyê çek û cebilxaneyê de nekin.

Ev cara duyemîn e ku di hefteyekê de artêş baregeha asmanî li bajarê Misratayê dike hedefa xwe. Artêşê roja yekşema çûyî baregeha asmanî ku girîngiya wê ya stratejîk û leşkerî heye, kir hedefa xwe.

Baregeha asmanî li Misratayê ya serdestiya hikumeta El-Wîfaq e, ji wir firokeyên şer û yên bêpîlot radibin, her wiha roleke leşkerî ya girîngji bo desteka hêzên xwe dilîze ku çek û cebilxaneyên ji derve û taybet Tirkiyê tên, pêşwazî dike.

Hêzên Xelîfe Hefter di 4`ê Nîsanê de dest bi oparasyoneke leşkerî kir da ku Terablusê ku di bin kontrola hikumeta El-Wîfaq de ye, kontrol bike.

Hefter hikumeta El-Wifaq tawanbar dike ku endamên terorîst hembêz dike û hevkariyê bi hikumeta biyanî re li dijî hêzên Lîbyayê dike.

(jo)


Mijarên Din