Artêşa Lîbyayê amadekariya êrişa li dijî Mesratayê dike

Çavkaniyekî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê îro eşkere kir ku artêş amadekariya êrişa leşkerî ya li dijî bajarê Mesratayê ya li bakurê rojavayê Lîbyayê dike.

Çavkaniyekî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ji dezgehên çapemeniyê re daxuyand ku artêş bi tevahî yekîne û hêzên xwe yên leşkerî amadekariya êrişa bajarê Mesratayê yê li bakurê rojavayê Lîbyayê di van du rojên pêş de dike ku milîsên çekdar têk bibe.

Fermandarên komên Îxwan El-Muslimîn bajarê Mesratayê ji bo pêşwazîkirina piştevaniya Tirkiyê bi rêya balafirgeh û peravên bajêr, kirine navend. Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê duh gelek dever ji herêma El-Hêra ya başûrê Terablusê û nêzî herêma Xeryanê rizgar kirin.

Berdevkê artêşê roja yekşemê daxuyand ku hêzên Lîbyayê çeteyê bi navê Mihemed El-Riwêdanî yê bi navê Ebo Bekir El-Riwêdanî girt û diyar kir ku ew çeteyekî DAIŞ’ê yê herî xeternak bû ku ji Sûriyê hatibû Lîbyayê.

ANHA


Mijarên Din