Artêşa Lîbya: Lihevkirina Tirkiyê û El-Sîrac dijminahiyeke eşkere ye û binpêkirina serweriyê ye

Gerînendeyê El- Tewcîh El-Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê serbaz Xalid Mehcob bal kişand ser peymana Tirkiyê û Wîfaqê û diyar kir ku binpêkirina serweriya nîştimanî û dijminahiyeke bêserûber li dijî Lîbyayê ye.

  Li gorî tora El-Erebiye serbaz Xalid Mehcob piştrast kir ku bendên peymana Tirkiyê ya bi hikumeta Wîfaqê re îmze kiriye, eşkere dibe ku xwe li ser ferzkirin û êrişeke nû li welêt e, her wiha diyar kir ku ev peyman serweriya nîştimanî bin pê dike û dijminahiyeke bêserûber li dijî Lîbyayê ye.

Şeva berê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê Tirkiyê peymaneke leşkerî bi hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê re ku li Terablusê serwer e, îmze kir ku berjewendiyên Enqereyê li Lîbyayê misoger bikin.

Mehcob destnîşan kir ku ev peymana ku di navbera Wîfaq û Enqereyê de hatiye îmzekirin, tenê ji bo berjewendiyên aborî di pêşerojê de ye. Lê li beramber vê yekî artêşê tevahî sînaryoyên muhtemel danîne, ew jî êrişeke leşkerî û şerê li hember berjewendiyên Tirkiyê amade ye.


Mijarên Din