Artêşa Lîbya li derdora Terablûsê komên çekdar kir hedef

Artêşa Wetenî ya Lîbya ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku hêzên artêşê yên asmanî komên çekdar li derdora paytexta Terablûsê kir hedef.

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbya Ehmed El-Mismarî ji SKYnewsê re got: "Hêzên asmanî cihên çekdaran li derdora Terablûsê kir hedefa xwe."

El-Mismarî got "Armanc me ya tinekirina terorîstên li Terablûsê ye û sivîlan ji cihên şer dûr bixin û terorîstan dervayî Terablûsê bikin hedef."

El-Mismarî diyar kir ku ew hewl didin desteka derve ji çekdaran re qut bikin û wan ji Terablûsê derxin.

Artêşa Lîbya îro hin dever li balafirgeha Zewarê û Ebo Kemaş ên rojavayî welêt ku dronên Tirkiyê tê de hene, bombebaran kirin.


Mijarên Din