Artêşa Lîbayê dîsa têketina Xewd El-Rîh serwer kirin

Hikumeta Wîfaqê piştî têketina Xewd El-Rîh serwer kirin, artêşa Wetenî ya Lîbyayê têketina Xewd El-Rîh ê nêzî bajarê Xireyan anku başûrê Trabulsê, piştî çend saetan dîsa serwer kirin.

Piştî hikumeta Wîfaqê têketina Xewd El-Rîh kontrol kirin, artêşa Wetenî ya Lîbayê piştî çend saetan dîsa têketina Xewd El-Rîh ê nêzî bajarê Xiriyan anku başûrê Terablusê bi dest xistin.

Di heman demê de artêşa Lîbyayê kifşkirina odeya firokeyên"Dironiz", depoyên çekan û teqemeniyên li nuqteyên hêzên Hikumeta Wîfaq a li bajarê Zawiyê ye, ku herî  kêm 50 km dûr paytexta Terablusê anku rojavayê Lîbayêyê ye ragihand.

Odeya oparasyonên Krema ya fermandariya artêşa Lîbayê ragihand ku firokeyên Tirkiyê yên ber bi nuqte û armancên artêşa Lîbyayê ji hundirê parzûngeha petrola bajarê Zawiyê rawestandin. Her wiha îşaret bi hebûna odeya oparasyonan li heman devê kir û firokeyan bi şev tevger dike.

Di heman demê de depoya çekên giran, wesayitên zirxî yên li herêma Ebû Sera yên li bajêr, makenîzmeyên peywendiyan, liv û tevgera balafirên beramberî qada Zawiyê kifş kirin û artêşa Lîbayayê ji bo derkirina wan destwerdan kirin û nasnameya çend kesên ji lêpirsînê re tên xwestin diyar kirin.

Artêşa Lîbayê bi berdewamî fermandariya operasyonên Ii herêma rojavayê Lîbayê tewanbar dike. Sedema vê yekê jî li berjewendiyên komên çekdar ên ku hikumeta Wîfaqê bi rêya piştgiriya çek û teqemeyên leşkerî, firokeyan tevî ku Meclisa Ewlekariyê şandina çekan ji Lîbayê re qedexe kirine destekê dide wan vedigere.

Berî niha artêşa Lîbyayê depoya firokeyên li hundirê Fakulteya Asmanî ya li bajarê Misrata topbarn kirin, her wiha berî wê bi çend mehan hêzên asmanî odeya tevgerkirina firokeyan a sereke ya ku li hundirê balafirgeha Matîqiyê ya li paytexta Terablusê ye rûxandin.

Bajarê Zawiyê hejmareke mezin ji komên çekdar serwer dikin, di nav de tugaya El-Qaîdê ya Şaban Hediyê ku bi navê Ebî Abîd El-Zawî tê naskirin û der heqê wî de ji aliyê cîgirê giştî yê Lîbyayê de biryara kuştina berî mehekê hate standine.

(eh)


Mijarên Din