Artêşa Iraqê nahêle şêniyên Mexmûrê bimeşin Hewlêrê

11 roj e hêzên PDK’ê nahêlin şêniyên wargeha Mexmûrê derbasî Hewlêr bibin. Şêniyên wargehê xwest îro li dijî helwesta PDK’ê meşekê ber bi Hewlêrê ve li dar bixin lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin.

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê 11 roj e nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de, bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Her wiha aqûbeta 2 ciwanên ji Mexmûrê jî nayê zanîn.

Rojnewsê ragihand ku îro bi hezaran şêniyên wargehê li hemberî vê helwestê li ber şaredariya wargehê kom bûn û xwestin ber bi Hewlêrê ve bimeşin. Lê beriya ku şêniyên Mexmûrê ji wargehê derkevin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin astengkirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li mexmûriyan girt û nahêlin ji wargehê derkevin.

Şêniyên Mexmûrê bi israr in ku ber bi Hewlêrê ve bimeşin û daxwaza vekirina rê dikin.


Mijarên Din