Artêşa dewleta Tirk agir bi zeviyên Şêrawa xist

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê şevê din agir bi erdên çandiniyê yên gundên Sûxanekê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê xist.

Nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di nîvê şevê de saet derdora 24.00’an agir bi erdên çandiniyê yên şêniyên gundên Sûxanekê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê xist.

ANHA


Mijarên Din