Artêşa dagirker êzidî û xiristiyanên Tirbespiyê dike armanc

Artêşa Tirk a dagirker gundên ku şênî tê de dijîn li ser seranserê xeta sînorê bakurê Tirbespiyê ketober topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi topavêjan gundên li ser sînor ên bakurê navçeya Tirbespiyê topbaran dike. Di encama wê de zerar gihîşt mal û milkên şêniyan.

Şêniyan ji ajansa me re diyar kir ku di encama topbarana ketober û hovane de, zarok û jinan, her wiha sewalên wan ên di nava zeviyên nêzî sînor de derdixin.

Li gundê Til Xatûnik ê 16 km li rojhilatê Tirbespiyê û pêkhateyên êzidî tê de dijîn, 5 top li nava gund ketin, her wiha tevgera sivîlên gund dikin hedef.

Li gundê Dêrna Qulinga yê 18 km bakurê rojhilatê Tirbespiyê çend top li navend û derdora gund ketin, her wiha gund ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi ketober tê gulebarankirin. Şervanên QSD`ê bersiva guleberanê da.

Nûçegihanê me gihaşt gundê Zorava yê 12 km li bakurê Tirbespiyê û nêrînên şêniyên gund girtin.

Welatiyê bi navê Abdullehed Mîrza ku ji pêkhateyên Suryan e û ji şêniyên gund e, detayên bûyerên ku li ser sînor diqewimin û kiriyarên artêşa Tirk der barê wan de wiha got: "Ji şevê din ve topbaran û gulebarana li ser me didome. Em nikarin ne di malên xwe de û ne di nava gund de tev bigerin. Em xwedî sewal, zevî û alav in. Ji ber wê me her tiş ji ber topbarana artêşa Tirk ji gund derxist."

Mîrza bang li cîhanê, civaka navdewletî û bi taybet civaka xiristiyan kir û wiha anî ziman: "Em li ser xeta bakurê Tirbespiyê ne. Tenê 10 gundên Suryanan hene. Em bi aramî û ewlehî dijiyan. Piştî salên dirêj ji şerê Sûriyê em pêşeroja xwe ava dikin. Lê topbarana li ser me û ser dêrên me hişt ku em belav bibin. Em bang li civaka navdewletî, civaka xiristiyan dikin ku bikevin tevgerê. Ji ber em ji ber siyasetên li ser hesabê xwîn û nirxên me li ser vê axê têne kirin, bê hêvî dijîn."

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Til Cîhan û dêra wê ya 10 km bakurê rojavayê Tirbespiyê ye topbaran kiribû. Nûçegihanê me xwe gihand gund û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li gund û derdora wê kişand. Gund û dêra wê yên li ser sînor rastî bi dehan kiryarên artêşa Tirk a dagirker hatine. Armanca wan ku şêniyan qir bikin û nirx û perestgehên wan ên pîroz tehdît bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din