Artêşa dagirker stasyona avê ya Elokê rawestand

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker girtin ser stasyona avê ya li gundê Elok ê Serêkaniyê, karmendên stasyonê qewitandin û stasyonê ji kar rawestand.

Karmendên stasyona avê ya Elok a li rojhilatê bajarê Serêkaniyê diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro girtin ser stasyonê û gef li wan xwarin û ew ji kar qewitandin, her wiha stasyon rawestand. Di enacamê de av li ser kantona Hesekê qut bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka daagirkirina herêma Serêkaniyê ve gelek caran stasyona avê ya Elokê  ya ku avê dide tevahî kantona Hesekê kirin hedef. Di encamê de av demek dirêj li ser bi hezaran şêniyên kantona Hesekê û koçberan qut bû. Tîmên fenî yên sererastkirinê xwe gihandibûn stasyonê û dîsa xistin xizmetê.

Leşkerên Tirk û çeteyên wê îro dîsa girtin ser stasyonê, karmendên wê qewitandin û stasyon rawestandin. Heger stasyon neyê şûxulandin dê kareseke mirovî çêbibe.

ANHA


Mijarên Din