Artêşa dagirker êrişî gundên Girê Spî dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan bikevin gundên Evdiko yê Biçûk û Bîrketikê êrişî pêk anîn, li ser bersivdayîna şervanên QSD‘ê şer rû da.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra beriya saetekê êriş birin ser gundên Evdiko yê Biçûk û Bîrketikê yên rojavayê bajarê Girê Spî. Di êrişa li ser gundê Bîrketikê de du şervan birîndar bûn.

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da û şer rû da.

Li aliyekî din du panzêrên hêzên Rûsyayê derbasî gundê Bîr Ereb bûn.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nusra û DAIŞ‘ê yên li ser herêmê didomin.

ANHA


Mijarên Din