Artêşa dagirker li Qamişlo du sivîl birîndar kirin

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo de du sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo topbaran kir, di encamê de du sivîl, Kanîwar Beşîr Elî û Delîl Ebdulmecîd Elî birîdar bûn.

Herdu birîndar li nexweşxaneya Selama ya bajar têne tedawîkirin.

ANHA


Mijarên Din