Artêşa dagirker li Efrînê zarokek qetil kir û yek din birîndar kir

Li bajarê Efrînê panzêreke dagirekeran pêl du zarokan kirin. Di encamê de zarokek hate qetilkirin û yê din jî birîndar bû.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Efrînê ya dagirkirî diyar kirin ku panzêreke artêşa Tirk a dagirker Cindirês- Efrînê pêl du zarokan kir. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yê din jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kirin ku herdu zarokan li ser motorsîklêtekê bûn, panzêr jî piştî pêl wan kir nesekinî.

ANHA


Mijarên Din