Artêşa dagirker gundên Suryaniyan dikin hedef

Gundên Suryaniyan ên bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ne ji aliyê artêşa Tirk ve  tên topbarankirin.

Nûçegihan me ji navçeya Tirbespiyê ragihand ku gundên Xiwêtla, Zorava û Til Cîhan ên Suryaniyan ji aliyên artêşa Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin. Têkildarî encamên topbaranê zanyarî bidest neketin.

Gundên navborî dikevin bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê.

Dagirkeriya Tirk îro di saetên sibehê de Dêra Suryan a Ortodoks a li gundê Til Cîhan kirin hedef, ji ber wê ziyanên gihiştin dêrê.

(bb)

ANHA


Mijarên Din