Artêşa dagirker  gundên Bankê û Evlehê yên Zaxoyê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Bankê û Evlehê ku di heman demê de herêmeke geştiyariyê ye topbaran dikin, agir bi herêmê ketiye. Her wiha li ser herêmê balafirên şer jî difirin.

Li gorî nûçeya RojNews ê artêşa Tirk a dagirker di van saetan de gundên Bankê û Evlehê yên dikevin ser Batûfayê ku girêdayî navçeya Zaxoyê ye tombebaran dikin.

Li gorî agahiyên ku ajansê ji welatiyên herêmê girtiye, topxaneyên artêşa Tirk gundên Bankê û Evlehê topbaran dikin. Herêma ku tê topbarankirin geliyeke geştiyariyê ye û niha agir bi herêmê ketiye.

Li gorî agahiyên destpêkê ji derveyî zirarên madî û jîngehî ti zirereke giyanî çênebûye.

Îro her di derdora saet 13.00’an de cihekî geştûgûzariyê ya jêre têgotin Ava Marik ya ser bi Şêladizê jî hate bombebaran kirin.

Çiyayê Metîna jî her îro ji aliyê balafirên Tirk ve hatiye bombebaran kirin, lê têkildarî encamên êrîşê ti agahiyek bidest neketiye.

Tê gotin ku wesayîteke sivîlan li gundê Bûselê ya ser bi Derkarê ku girêdayî Zaxo’yê hatiye bombebaran kirin. Lê ev agahî hîn ne hatiye piştrast kirin.


Mijarên Din