'Armanca tecrîdê, şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn berdewam bike'

Nivîskar û helbestvan Ciwan Ibrahîm bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got: " Armanca tecrîdkirinê ew e ku ramanê rêber Ocalan neghêje civakî û şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn bi dawî nebin. Ji ber ku kilîta çareserkirina hemû aloziyan li gel rêbertî ye."

Hikumeta Tirkiyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Kesayetên civakî û rewşenbîrên ku banga rakirina tecrîda li ser Ocalan kirin, dibînin ku projeya Ocalan pêşkêş kiriye ji dozên bi girêk ên li herêmê re dibe çareserî.

Nivîskar û helbestvan Ciwan Ibrahîm diyar kir ku hikumeta Tirkiyê bi rêya qedexekirina serdana parêzer û malbat Ocalan hewl dide ku belavkirina fikr û perespektîfên Ocalan li derve asteng bike û wiha got: "Îro, takane çare li gel Rêber Ocalan ê xwediyê projeya demokratîk e ku xizmeta civakê dike û bi wê projeyê gelên herêmê dikarin çanda xwe biparêzin."

Ciwan Ibrahîm wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di dan û standina bi girtiyên siyas re, hemû qanûn û pîvan derbas kirin. Bi taybetî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew jî bi armanca qutkirina têkiliya di navbera gel û Ocalan de pêk tê. Di her serdanê de, Ocalan name û perspektîfên girêdayî rewşa herêmê, çareseriya dozên bi girêk û pêkanîna aşîtî û îstiqrarê dişand. Ev yek ne li gorî siyasetên dewleta Tirk û hêzên navdewletî bû. Lewma em dem dem tecrîda li ser Ocalan bi armanca berdewamkirina şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn, giran dike."

Ciwan Ibrahîm îşaret bi çareseriyên şerê li Rojhilata Navîn û doza Kurdî kir û diyar kir ku hêzên kapîtalîst nikarin gelê herêmê kontrol bikin. Ibrahîm wiha dom da axaftina xwe: "Hemû hêz îro ji ber dewlemendiya çandî, şaristanî û aborî, berê xwe didin herêmê û li şûna ku çareseriyan bibînin bi hemû şêwazan hewl didin herêmê kontrol bikin. Azadkirina Ocalan, tekane rê û kilîta çareseriya van aloziyan e."

Ciwan Ibrahîm bi bîr xist ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan mafên mirovan binpê dike û tevî vê yekê jî civaka navnetewî li hemberî kiryarên dewleta Tirk li dijî girtiyên di girtîgehên wê de, bêdeng e.

Ibrahîm di dewama axaftina xwe de wiha got: "Felsefeya Ocalan, kilîta çareserkirina dozên bi girêk ên civakê ye. Ew felsefe ji bo gelên bindest û gelên azadîxwaz bûye mîrasek, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mînaka berçav a wê yekê ye. Ew şoreşa ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re bingeh girt û di hemû aliyan de gelek destkeftî bi dest xistin. Her wiha rê li pêşiya gelek kesayetên demokratîk vekir ku ji nêz ve felsefeya Rêber Ocalan nas bikin û tev li şoreşê bibin."

Nivîska û helbestvan Ciwan Ibrahîm ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din