Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, ji bo girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi kar tîne.
Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tebqayê Merwan El Ebdullah li ser mijarê wiha got: "Armanc ji siyaseta tecrîdê, astengiyên zêde li herêmê çêbin."
El Ebdullah wiha domand: "Gelek hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji girankirina tecrîdê hene. Her wiha armancên wê yên pêkanîna planên Osmaniyan a dagirkirina parçeyên xaka Sûriyeyê, guhartina demografiya herêmê û çewisandina nasnameya Kurd hene."
El Ebdullah helwesta navneteweyî ya têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
El Ebdullah got ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha pê de çû: "Em ê di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de dewam bikin û têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin."
Li aliyekî din, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Îman El Mihemed got tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tecrîdeke li dijî kesekî normal e, lê belê tecrîda li dijî kesekî navneteweyî yê xwedî projeya azadiya mirov û yekitiya gelan e.
Îman wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve hewl da edalet, aştî û demokrasiyê belav bike. Ew yek piştî dît ku çawa dewletên kapîtalîst gelê wî şantaj dike, pêk hat. Ji lew re wan dewletan şerê fikir û felsefeya wî kir."
Îman wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike, nikare roja azadiyê ji ser Rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz bigire."
(fr)
ANHA