'Armanca stratejîk a Erdogan tevlêkirina herêmên dagirkirî li axa Tirkiyê ye'

Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û Mudirê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn li ser projeya bicihkirinê ya penaberan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê hişyarî da û got: “Tirkiye hewl dide navendeke serweriyê li wir ava bike da ku pê gefan li Sûriye, Iraq û dewletên din bixwe û di qonaxa bê de, herêmên dagirkirî tev li erdnîgariya Tirkiyê bike.”

Dewleta Tirk a dagirkir, ji zêdetirî 5 milyon penaberên ji nasnameyên cuda yên ku pêşwazî kirine, sûd digire da ku armancên cuda pêk bîne. Carekê bi wan gefê li dewletên cîran dixwe. Carekê jî bi wan şantajê dike da ku pereyan bi dest bixe. Vê kaxizê (penaberan) di aliyê mirovî di gelek dosyayên herêmî de bi kar tîne û pê cîhanê şantaj dike.

Ji destpêka aloziyên li Rojhilata Navîn ve, Tirkiyê deriyên xwe li pêşiya penabaran vekirin. Tirkiye bû meqseda hemû kesên ku dixwazin biçin Ewropayê. Cihê wê yê girîng hişt ku bibe pirek û keştiyek ji bo penaberan da ku bigihêjin Ewropayê.

Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û Mudirê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn, mijara bikaranîna dosyaya penaberan ji aliyê Tirkiyê ve dabeşî du xalan kir û got: “Xala yekemîn; penaberên sûrî yên li Tirkiyê ne. Tirkiyê pê, Sûriyê û dewleta Sûriyê şantaj dike ku dewlet gelê xwe diçewsîne û ji ber vê welatî koçberî derve dibin.”

Xala duyemîn jî li gorî Dr. Mihemed Nûredin wiha ye: “Serokkomarê Tirk û hikumeta Tirkiyê, wekî ku mirovî nêzî dosyaya penaberan dibe xwe nîşan bide. Bi demê re Tirkiye bû şantajker. Ger Ewropa pereyan nede wê, dê penaberan bişîne Ewropayê. Her wiha ev dosya gelek caran wek amûreke şantajê bi kar anî, bi taybet di nakokiyên bi Yewnanistanê yan jî dosyayên ewlehiyê li Ewropayê re.”

Der barê sûdên siyasî û aborî yên ku Tirkiyê ji bikaranîna dosyaya penabaran bi dest dixe de Nûredîn got: B”ê guman, mijara penabera li Tirkiyê bûye pirsgirêk, ne avantj. Ji ber ew penaber bi destheqên kêm di nav sûkan de kar dikin.”

Nûredîn destnîşan kir ku Tirk zêdebûna bêkariyê di nav Tirkan de vedigerînin hebûna penaberan di qada kar de, berhemên civakî yên di navbera penaberên sûrî û Tirkan de hemû bandorê li qada giştî, rewşa civakî û ewlehiya siyasî li Tirkiyê dike. 

Nûredîn wiha pê de çû: “Erdogan hewl dide vê dosyayê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bîne, penaberan wek destkeftiyekê dibîne, ji ber wî ew pêşwazî kirin û ji kuştinê parastin, mîna ku dibêje. Her wiha pereyên din bi saya wan bi dest dixe. Nexasim ji Ewropayê. Vê dosyayê ji bo xwe wek serokkomar jî bi kar tîne.”

Li pêşiya Erdogan hilbijartinên stratejîk hene ku tê payîn di Hezîrana bê de li dar bikevin. Der barê hewldana Erdogan de ku sûdê ji dengdayîna penaberan di hilbijartinan de bigire, Nûredin ev tişt anî ziman: “Armanca herî girîng ew e ku Erdogan dixwaze penaberan di hilbijartinên bê de bi kar bîne mîna ku di hilbijertinên berê de kiriye.”

Nûredîn wiha domand: “Heke hilbijartin di navbera du aliyan de be, yanî di navbera Erdogan û hevrikê wî de be, bi taybet di dewreya duyemîn de, wê biçek deng bandor li encamên hilbijartinan bike. Ji ber wê dayîna nasnameyan ji penaberan re, ji bo Erdogan avantajeke da ku dengên dîtir bi dest bixe heta ku rêjeya wan kêm be.”

Li gorî Mihemed Nûredîn, Erdogan wê nikaribe nasnameya tirkî bide hemû penaberan, ji ber dê pirsgirêkê di raya giştî ya Tirk de çêke û ev li gotinên xwe zêde kir: “Lê dayîna nasnameyê ji wan penaberan re, ji bo Erdogan gelek girîng e. Li cem wî hejmar ne girîng e, 100-200-300 hezar be, lê ya girîng ew e ku vê pirsgirêkê bixe ximzeta berjewendiya xwe.”

Li gel vê yekê, piştî avakirina avahiyên mêtingeriyê yên ne rewa bi desteka komeleyên ku di paş berdeya olî û mirovî de û yên girêdayî Ixwan Muslimîn kar dikin, di vê dawiyê de behsa bicihkirina milyonek penaberan li herêmên dagirkirî yên Sûriyê tê kirin, piştî ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk bi hezaran şêniyên wê yên resen koçber bûn û hatin kuştin.

Bi armanca guhertina demografiya herêmên dagirkirî, dagirkeriya Tirk zêdetirî 250 malbatên efgan li Girê Spî yê dagirkirî bi cih kirin.

Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û Mudirê Navenda Lêkolînên Stratejîk a li Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn destnîşan kir ku bicihkirina penaberan li bakurê Sûriyê, plana demdirêj a Tirkiyê ye ji bo seranserî sînor veguherîne herêmên girêdayî xwe û got: “Dê penaberên sûrî û yên biyanî li wan herêman bi cih bike.”

Mijara bicihkirina malbatên efgan, ya herî xeter e ku dewleta Tirk hewl dide herêmê veguherîn kampeke penaberên xwedî taybetmendiyên tundraw da ku çavkaniya nakokiyê li bakurê Sûriyê zêde bike. Bi taybet ên wan herêman bi rêve dibin, komên tundraw in ku gelek jê di lîsteya terorê ya navneteweyî de ne.

Nûredîn têkildarî vê yekê got: “Armanc diyar e, dixwaze binesaziya irqî û mezhebî ya herêmê li gorî berjewendiya xwe ya neteweyî û sunnî biguhere. Ev planeke stratejîk e û bingeha wê penaberên sûrî ne û yên din mîna penaberên efgan û ozbeg.”

Êdî sûrî, ji dubarebûna tecrubeya Lîwa Skenderon bi fikar in ku Tirkiyê li rojhilatê herêma Lîwa Skenderon a dagirkirî ji bajarê Islahiyê heta Qirixanê ozbeg bi cih kirin. Armanc wê demê ew bû ku pêkahteyên resen zaîf bike. Der barê vê yekê de Nûredîn ev nirxandin kir: “Lîwa Skenderon, herêmeke bi nakok e. Sala 1939`an bê heq ji Sûriyê hate standin. Ji ber wê Tirkiyê pê dihese ku gef ji aliyê Sûriyê û sûriyan ve li ser Lîwa Skenderon heye.”

Her wiha Nûredîn destnîşan kir ku ji bo Tirkiyê, guhertina demografiya xeta sînor a Lîwa Skenderon, ji pêkanîn vê yekê li seranserî sînorên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê girîngtir e û ew bi fikar e ku Sûriye û sûrî di pêşerojê de daxwaza vegera Lîwa Skenderon bikin.

Nûredîn balkişand ser bicihkirina ozbeg û efganan û got: “Ev yek beşek girîng a siyaseta Tirkiyê li bakurê Sûriyê ye da ku demografiya wê biguhere û girêdayî Tirkiyê be. Bi taybet herêmên nêzî Lîwa Skenderon.”

Mihemed Nûredîn diyar kir ku avakirina sînorekî ewlehî, siyasî, civakî û aborî li bakurê Sûriyê, ji bo Erdogan armanceke stratejîk e û got: “Tirkiye hewl dide çavkaniyeke hegemoyê li wir ava bike da ku pê Sûriye, Iraq û dewletên din tehdîd bike.”

Nûredîn îşaret bi armanca sereke ya dagirkirina bakurê Sûriyê û guhertina demografiya wê ji aliyê Tirkiyê ve kir û got: “Ji bo Tirkiyê ev yek armanceke stratejîk e. Nexasim ku neteweperestên Tirk vê herêmê ji bakurê Sûriyê û heta bakurê Iraqê di nav de Mûsil û hemû Başûrê Kurdistanê heye, wek herêmeke ayîdî xwe dibînin yan jî wekî nexşeya parlamentoya Tirk di 1920`an de di çarçoveya Mîsaqî Millî de xêz kiriye ku divê piştî hilweşîna dewleta osmanî, Tirkiyeya nû li ser wê bê avakirin.”

Di dawiyê de akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û Mudirên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn teqez kir ku hewl dide Erdogan sûdê ji rewşa li bakurê Sûriyê bigire da ku armancên xwecih li Tirkiyê pêk bîne yan jî bi rêya wê gefê li dewleta Sûriyê bixwe yan jî mîna ku dibêje herêmê ji terora kurdî paqij bike, lê armanca sereke tevlêkirina van herêman ji Tirkiyê re ye li gorî Mîsaqî Millî bi rêya dagirkirina yekser an jî hegemoyê yan jî pêkanîna bandorê bê dagirkirin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din