‘Armanca sereke ya Erdogan guhertina demografiya herêmê ye’

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl got gefên Erdogan di çarçoveya hewldanên wî yên guhertina demografiya herêmê de ne û anî ziman ku Erdogan hewl dide vê yekê bi rêya bicihkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Têkildarî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ku dibêje  ew dixwaze penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bike û gefên êrîşên leşkerî li herêmê dixwe tevî lihevkirina di navbera Tirkiye û QSD û DYA’yê de ya li ser ewlehiya sînor,  hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl ji ANHA`yê re axivî.

Hêvîn Îsmaîl got: “Heger em ji aliyê siyasî û civakî ve armanca Erdogan li ber çavan bigirin, em ê bibînin ku tiştekî metirsîdar e û dixwaze wê yekê pêk bîne, armanca wî guhertina demografiya herêmê ye û koçberkirina niştecihên resen ên herêmê ye."

Hêvîn Îsmaîl wiha domand: “Em wan şêniyên me yên ji ber şert û mercên şer ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketine û berê xwe dane Tirkiyê, wek penaber hesab nakin, kesê bixwaze vegere warê xwe bila vegere, em li dijî pêkanînên guhertina demografiyê ne ku Erdogan ji bo wê yekê tev digere.”

Hêvîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku niyeta Tirkiyê ew e serdema Osmaniyan vegerîne herêmê, ji bo vê yekê jî hewl dide bi her awayekî herî zêde rûberên xaka Sûriyê dagir bike û tiştê li Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz û Edlibê pêk anîne, dubare bike.

Der barê nerazîbûna Tirkiyê ya ji mekanîzmaya ewlehiya sînor de Hêvîn ev tişt anîn ziman: “Ji gefên ku Erdgan dixwe, diyar dibe ku ew ji ber lihevkirina bi navbênkariya DYA’yê ya di navbera QSD û Tirkiyê de zêde poşman bûye.”

Hêvîn Îsmaîl wiha pê de çû: “Ew wek Meclisa Kantona Girê Spî û Hêzên Sûriya Demokratîk, rêz ji lihevkirina pêkanîna aştiyê li herêmê re digirin. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî rêkeftin bi cih anî û xendekên leşkerî xitimandin û Hêzên Sûriya Demokratîk bi çekên giran ji wan herêmên li ser hatiye lihevkirin, vekişîn û Hêzên Ewlehiya Sînor a ên ser bi Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî ve ew nuqteyên sînorî wergirtin. Her wiha dewriyeyên hevbeş di navbera DYA û Tirkiyê de hatin meşandin.”

Têkildarî gef û gotinên aliyê Tirk jî, Hêvîn Îsmaîl got ew bi xwe gef û gotinên li ber bayê ne.

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl, peyamek da gelê herêmê û wiha got: “Em ê ji bo parastina xak, rûmet û aramiyê li vê derê bimînin. Biryara me serkeftin e.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din