​​​​​​​ ‘Armanca şerê taybet têkbirina baweriya bi Rêveberiya Xweser re ye’

Rojnamegerên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ji gotegotinê ku belav dike, şerê taybet e da ku baweriya şêniyên bi Rêveberiya Xweser ji hev bixe. Rojnamevanan bang li rojnamegeran kir ku rola xwe di eşkerekirina rastiyan de bilîzin.

Piştî ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ketin, dest bi rêxistinkirina şerê taybet li dijî gelên herêmê kir. Di vir de propaganda û fîtneyan derxist pêş da ku aramiya herêmê têk bibe û herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Di demên dawî de,  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gotegot belav kirin ku dê êrişeke leşkerî li dijî bajarê Dirbêsiyê pêk bînin. Bi wê re jî rewşeke tirs û fikarê di nava şêniyên navçeyê de rû daye.

Li ser vê yekê nûçegihênên ku li navçeya Dirbêsiyê kar dikin nêrînên xwe parve kirin.

Nûçegihan û pêşkêşvana bernameyekê di radio "Dirbêsiyê FM"de,  Malva Elî diyar kir ku tişta ku niha dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê pêk tîne, cureyekî ji cureyên şerê taybet a nû ye û wiha got: "Hêz û dewletên hegamon dema bixwazin parastina hêza xwe ya leşkerî û aborî bike û bi zirareke herî kêm ji şer derkeve, pişta xwe dide şerê taybet, da ku zemînekî ji aliyên hundirîn û fikrî çêke. Bi wê re jî dagirkirina welat hêsan dibe, her wiha dagirkirina gelan ji aliyê fikrî û leşkerî ve jî hêsan dibe."

 ‘TÊKBIRINA VÎNA GELAN’

Malva Elî wiha domand: "Navçeya Dirbêsiyê jî mînaka herî berbiçav e. Car bi car dewleta Tirk a dagirker gotegotan belav dike, dibêje dê êrişeke leşkerî li dijî naveçeyê pêk bîne. Hedefa wê jî fikar û metirsiyan bixe nava şêniyan, moral û derûniya wan bişikîne, her tim şênî di rewşeke bigûman de bin. Ji wê zêdetir jî baweriya şêniyan bi Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî têk bibin."

 AMADEKARÎ JI BO DERBASBÛNA HERÊMÊ

Dewleta Tirk beriya 2011’an nikarî derbasî Rojhilata Navîn bibûya. Lê piştî bikaranîna şerê taybet bi rêya fîlmên drama û sînemaya tirkî derbasî her malekê bû, ji wan bawerî, çand, kevneşopî dizîn. Bi wê re jî şêniyan bi her tiştî teqlîdî tirkan kir.

Malva Elî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya propagandayên xwe rê li pêş xwe vedike da ku çi şerekî leşkerî pêk bîne. Bi wê re jî derbasbûna herêmê hêsan dibe. Ew tişt jî piştî lawazbûn, zirarên hundirîn ji aliyên leşkerî û aborî ve pêk hatin dimeşîne."

Malva Elî da zanîn ku divê rojnameger û çapemeniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rola xwe ya girîng bilîzin da ku li hember şerê taybet bisekinin, rêbazên wê ji gelên herêmê re şîrove bikin. Her wiha divê rojnameger li ser çawaniya lîstina rola xwe di civakê de hişyar bin.

Ji aliyê xwe ve jî rojnamegerê serbixwe Ekrem Hemo destnîşan kir ku hedefa vî şerê taybet ew e ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze lêkolînê li ser rewşên li herêmên hedefgirtî ji aliyên aramî, ewlehî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de çêke.

 KURDAN JI BO BAWERÎKIRINA PROPAGANDAYÊN XWE BI KAR TÎNIN

Dewleta Tirk a dagirker tevnên civakî û kanalên xwe yên çapemeniyê ji bo propaganda û fikaran bi kar tîne. Ew yek jî bi rêya sîxurên ji herêmê pêk tê. Da ku propaganda û nûçeyên derew bên bawerkirin.

Hemo wiha got: "Dewleta Tirk hin hêzên Kurd û rûpelên li ser tevna civakî bi kar tîne, da ku gelên herêmê ji wan bawer bin. Hedef jî valakirina herêmê, derbekirina ewlehî û aramiya wê û pêkanîna planên xwe ye."

BANDOREKE NÊYÊNÎ

Hemo bilêv kir ku bandora şerê taybet li ser derbekirina herêmê ya bi alîkariya aliyên kurdî hebû. Tevî ku ajansan ev propaganda derewandin jî lê bandor hebû. Hemo wiha pê de çû: "Ji mehekê ve xwediyên rûpelên li ser tevnên civakî nûçeyên lezgîn ên derbasbûna dewleta Tirk li Dirbêsiyê û şer di navbera QSD’ê û dewleta Tirk de rû daye, belav dikin. Wê jî bandoreke neyênî çêkir."

Ekrem Hemo di dawiyê de got ku divê çapemenî li hemberî şerê taybet bisekine û gel li ser xeteriyên şerê taybet hişyar bike, rastiyan bi wêne û dîmenan eşkere bike. Hemo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê tevahî gel çi propagandayên ji aliyê gel, çi çapemeniya herêmî yan jî cîhan de werin derew derxînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din