'Armanca şerê taybet belavkirina tevliheviyê ye'

Hevserokê Komîteya Ciwan û Wezîrşê ya Minbicê Muhsin Casim got: "Dewleta Tirk a dagirker  li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  şerê taybet dimeşîne da ku tevliheviyê  derxîne û di radeya yekemîn jin û ciwanan dike hedef."

Hevserokê Komîteya Ciwan û Wezîşê ya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê Muhsin Casim derbarê şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne de axivî.

Muhsin Casim diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya ajanên xwe yên li herêmê  gotegotan belav bike û destkeftiyên şoreşê teşhîr bike, her wiha hewl dide hişbirê belav bike da şênî li şûna li ser mijarên çarenûs û girîng biaxivin bi wê mijûl ve bibin.

Casim wiha got: "Dewletên kapîtalîst û mêtînger ji bo ku serweriya xwe li ser civak an jî cihekî ferz bikin pişta xwe dida şerê leşkerî ku enerjiya wan gelekî xerç dibû. Lê ji bo van ziraran derbas bikin û serweriya xwe li ser van dewletan ferz bike mekanîzmayeke nû ya têkbirina gelên hedefgirtî dît, ew jî rêbaza şerê taybet e, her wiha encamên wê xurt û bi lêçûneke pir kêm li hember şerê leşkerî ye."

Casim wiha domand: "Hedef ji şerê taybet ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina çîna ciwan ew e ku ciwanan ji cewherê wan dûr bikeve, gendelî di nava çîna ciwanan de belav bibe û wan ji armancên wan ên rasteqîn dûr bixe. Şerê taybet rêbazeke ku dewletên kapîtalîst ji bo têkbirina vîna ciwanan ku dînamîka civakê ye, bi kar tîne."

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Muhsin Casim destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tevahî rêbazên derexlaqî ciwan û jinan hedef digire, da ku tevlihiyê li nava ciwanan belav bike û balê ciwanan bikişîne li ser mijarên ne li gorî exla û nirxa civakê.

Muhsin Casim bal kişand ku dewleta Tirk hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ciwanên wê vala bikin û ev tişt diyar kir: "Hewl dide ciwanên herêmê bike çete wan ji bo berjewendiyên xwe bişînin dewletên şer lê hene. Ji ber hebûna vîna ciwanan tê wateya hebûna hêza bidawîkirina tevahî şêweyên dagirkirina derve ji herêmê re."

Casim behs hewldanên derbaskirin û teşwîqkirina hişbirê li herêmê kir û wiha got: "Bazirganên hişbir û çeteyan li ser têkbirina vîna ciwanan û mijûlkirina mejiyên wan ber bi aliyekî dîtir ve û têkbirina moralê wan dixebitin."

Muhsin Casim di dawiyê de bang li çîna ciwanan kir ku hişyar bin û aliyên xwe yên zanist û fikrî bi pêş bixin da ku bandorên neyênî yên şerê taybet li we nekin û piştrast kir tunebûna zanînê di nava çîna ciwanan de dê bi xwe re civakê ber bi hilweşînê ve bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din