‘Armanca êrişên dewleta Tirk qetilkirina gelan e’

Dîmenê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê bandoreke mezin li bijîşk Ciwan Hemê kir. Bijîşk Ciwan ji Siwêdê vegeriya Efrînê û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî şêniyan kir.

Bijîşk Ciwan Hemê pisporê hestiyan (Bijîşkê şer) beşê bijîşkatî li zanîngeha Helebê qedand. Ciwan piştî qedandina xwendina xwe ya di zanîngehê de xwest derbasî pisporetiyê bibe. Lê rejîma Sûriyê bi tewanên siyasî ew ji xwendinê qewitand. Li ser vê yekê li bajarê Efrînê kilînkek vekir û 10 salan tê de xebitî. Piştre berê xwe da Siwêdê.

BI DÎMENÊN ZILMA TIRKIYÊ BANDOR BÛ, VEGERIYA EFRÎNÊ

Dr. Ciwan Hemê li Siwêdê bû, bi dîmen û wêneyên êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi bandor bû û biryar da vegere welatê xwe. Dr. Ciwan got: “Piştî ku min dîmen û wêneyên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê dîtin ez gelekî bi bandor bûm, ez vegeriyam Efrînê."

Wêne û dîmenên ku bandoreke mezin li Dr.Ciwan Hemo kir, komkujiya li ser malbateke Ereb li gundê Cilbirê ye ku di 21‘ê Çileya 2018‘an de pêk hatibû û di encamên wê de malbatek bi temamî hate qetilkirin, bandorek mezin li Ciwan kir.

Ciwan Hemê hefteya duyemîn a Berxwedana Serdemê derbasî Efrînê bû û wan kêliyan wiha bi bîr tîne: "Dema derbasî Efrînê bûn, jiyan li bajar asayî bû. Lê tirs di nava xelkê de hebû. Xwedanên dikanan di rojên destpêkê de normal diçûn  ser karên xwe û şênî digeriyan. Lê tevî vê yekê di çavên xelkê jî tirs hebû."

PIRANIYA BIRÎNDARAN ZAROK BÛN

Ciwan Hemê  got: “Di rojên destpêka şer de rojane me  bi dehan birîndar û piraniya wan sivîl, zarok û jin  pêşwazî dikirin. Artêşa Tirk bi balafirên şer sivîl dikirin armanc. Rojane bi dehan şehîd ji nexweşxaneyê derdiketin. Artêşa Tirk hewl dida sivîlan qetil bike. Ne şênî ne jî xebatkarên tenduristiyê bi birîndaran re digihiştin. Balefiran herkes dikirin armanc. Lewma jî gelek birîndaran jiyana xwe di dest didan. Hejmara birîndaran beramberî hejmara şehîdan kêm bû. Ji ber artêşa Tirk balafirên şer bi kar danîn. Piraniya birîndaran ji serî, zik an jî singê xwe birîndar dibûn. Lewma jî jiyana xwe ji dest didan. Kesên ku ji ling û milên xwe de birîndar dibûn jî ji ber giranbûna birînan me dest û lingên wan jê dikirin.”

Doktor Ciwan da zanîn artêşa Tirk hemû aliyên civakê dikir armanc, mînaka wê jî avahiyên ku doktor, parêzer, şênî, zarok, jin û xityar tê de hebûna dikirin armanc.

Li gel vê yekê ji ber êrişên artêşa Tirk dijwar bûn û hejmara birîndaran zêde bû, ne doktoran û ne jî nexweşxaneya Avrîn hejmar bi hurbînî tomar nekirin.

Hemê got: “Ez nizanim çend kes lebetên wan hatin jêkirin. Lê ji sed kesî zêdetir bûn, piraniya wan jin,zarok û yextiyar bûn.”

Piştî dewleta Tirk bajarê Efrînê dagirkir, doktor Ciwan Hemê berê xwe da bajarê Qamişlo û karê xwe berdewam kir. Lê dema di 9’ê Cotmeha 2019`an artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, xizmeta şêniyan kir. Ciwan got: “Karê ez dikim karekî mirovî ye û erka her doktorekî  ye.”

‘CUDABÛNA DI NAVBERA BIRÎNDARÊN LI EFRÎNÊ Û SERÊKANIYÊ DIYAR E’

Ciwan Hemê rewşên birîndarên li Efrînê û Serêkaniyê beramberî hev kir û wiha got: “Piraniya birîndarên şerê Efrînê ji ber balafirên şer bûn. Lê yên Serêkaniyê birînên wan tevlihev bûn. Rêjeya şewatê di êrişên dawîn ên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Hin caran şewat hebû lê birîndarî tunebû. Mînaka wê jî zarokê bi navê Mihemed ê ku domdar wêneyên wî derdikeve ser dezgehên çapemeniyê ye.”

Di nîvê meha Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk bi çekên qedexekirî êrişê sivîlên Serêkaniyê kir. Di encamê de gelek sivîlan şewitîn, ji wan zarokê bi navê Mihemed Hemîd (13) bû.

Ciwan got: “Li gorî rewşên şewatê diyar dibe ku tiştek diket erdê û paşê gel dişewitî. Ez nizanim çima dişewitîn. Ji ber ez ne pisporekî leşkerî me. Divê kesên pisporên madeyên lê binerin.”

Dr. Ciwan got: “Dewleta Tirk di êrîşa di 13’ê Cotmehê li ser karwana diçû Serêkaniyê, madeya napalimê bikar anî. Rêxistinên cîhanî yên kar û xebata tenduristiyê dikin, tevî ku rewşa herêmê baş dizanin jî lê li gorî berjewendiyên navdewletî tevgeriyan û xizmet nekirin.”

Doktor Ciwan Hemê îşaret bi rola bijîşkên li herêmê kir û got:"Hemû nexweşxaneyan bê cûdabûn deriyên xwe ji şêniyan re vekirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din