​​​​​​​'Armanca hedefgirtina şêxên eşîreyên Dêrazorê, fîtne ye'

Şêx û êlên eşîrên Minbicê bang li tevahî eşîran kir ku li dijî hewldanên derxistina fitne û têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin.

Di çend rojên borî de li herêma Dêrazorê şêx û êlên hin eşîrên herêmê hatin hedefkirin. Her dawî sûîkasta li hember şêxê eşîreya El-Igêdat bû. Hin aliyên dijberî Rêveberiya Xweser xwestin bi vê yekê fitne û tevliheviyekê li herêmê derxînin.

Têkildarî mijarê, şêxê eşîreya Benî Esîdî, şêx Sadiq El-Esîdî ji ANHA`yê re axivî û got, Sûriyê bûye meydana şerên hêzên navdewletî û herêmî. Şêx El-Esîdî li hember kesên çav berdane xêr û bêrên Sûriyê, banga yekitiya gelê Sûriyê kir.   

Şêx Sadiq El-Esîdî îşaret pê kir ku bûyerên li Dêrazorê rû dan, ji hedefkirina şêx û rûspiyên eşîreyan fîtneyeke û got, kesên ku naxwazin gelê Sûriyê bi aramî û aştî bijî ev fitne plan kirine.

Şêx El-Esîdî diyar kir ku şênî û rûspiyên eşîreyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD’ê re ne ku li hember her êrişeke ku herêmên ewle dike hedef, disekinin.

Li aliyekî din jî şêxê eşîra El-Bû Sultan a Minbicê Adil Abduselam wiha got: "Hedefkirina şêxên eşîreyan, bi armanca afirandina fîtneyê di navbera şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi hev re bi rihê biratiyê dijîn."

Şêx Abduselam diyar kir ku gelek aliyan berê hewl dabûn ku li Reqayê bi hedefgirtina şêxên eşîreya Evadile fîtneyê derxin, lê belê bi serneketin. Ew fîtne jî bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirkiyê pêk hatibûn.

Şêx Adil Abdulselam got: "Gelê me yê li herêmê baş bi bûyerên pêk tên dizane, dizane ku ev sûcê çete pêk tînin. Em li vir bi aramî û ewlehî dijîn, ji lew re hewl didin tevliheviyê têxin vê herêmê."

Şêx Abduselam hewldanên fîtne û xirabkirinê li Dêrazorê şermezar kirin û bang li tevahî eşîreyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji kiryar û sûcên ku çete û aliyên nenas pêk tînin, hişyar bin.

Şêxên eşîreyên sersaxiya şêxên eşîreyên ku li dijî wan îxanet pêk hatiye xwest û banga lêpirsîna sûcdaran kir.

(cx/fr)

ANHA


Mijarên Din