‘Armanca hedefgirina kesayetên wek Elûş, têkbirina projeya netewa demokratîk e’

Şêx êla El-Welde Hamid El-Ferec di bîranîna şehîd Umer Elûş de axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hedefgirtina rûspiyên êlên herêmê û kesayetên welatparêz, têkbirina projeya demokratîk armanc dike.”

EHMED EL-KIMIYAN-MIHEMED EL-EHMED/GIRÊ SPÎ

Şêxê êla El-Welde Hamid El-Ferec di çalakiya ku Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bîranîna şehîd Umer Elûş li dar xist de axivî.

El-Ferec destnîşan kir ku şehîd Umer Elûş bi armanca biserxistina projeya neteweya demokratîk bi şev û roj dixebitî.

Rl-Ferec wiha domand: "Umer Elûş mîna gelek kesayetên neteweyî û yên êlên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke Beşîr El-Hiwêdî û Merwan El-Fiteyh ji bo vê projeyên canê xwe feda kir."

Şêx Hamid El-Ferec qala ked û destkeftiyên ku li Reqayê bi rêya birêxistinkirina gel di nav Meclisa Sivîl a Reqayê de hatine bidestxistin kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hedefgirtina rûspiyên êlên herêmê û kesayetên welatparêz, têkbirina projeya demokratîk armanc dike.”

Şêx Hamid El-Ferec bang li tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku li hember planên dagirkeriyê yên mitîngerî hevgirtina xwe ava bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya bûyerên kuştinê li dijî hindek kesayetên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, piştî lêpirsînê diyar bûye ku têkiliya wan kesan bi dewleta Tirk re heye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din