‘Armanca dewleta Tirk şerê birakujî di navbera Kurdan û parçekirina Iraqê ye’

Rojnamevan Erdogan Altan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi soza xapînok a ku qaşo wê bihêlin hêzên Başûrê Kurdistanê dewletê ragihînin wan, dikişine gel xwe û li wan li hember PKK’ê bi kar tîne û hewl dide şerê birakujî di navbera kurdan de derbixe.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bi hedefgirtina sivîlan, bombebarkirina xwezayê û zêdekirina tevgera MÎT’ê berdewam dike. Li dijî êrişan ji aliyê hikumeta Iraq û Rêverberiya Başûrê Kurdistanê ve tu helwestên berbiçav nayên nîşandan. Siyasetmenderên herêmê vê bêdengiya wan hêzan wek erêkirina êrişan şîrove dikin. Her wiha dem bi dem êrişên hêzên Îranê jî li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên. 

Rewşa dawî li Başûrê Kurdistanê rojnamevanê li herêmê Erdogan Altan ji ANHA’yê re nirxand.

Altan da zanîn ku di êrişan de ne tenê dewleta Tirk, destê gelek hêz û dewletan tê de heye û hesabên xwe ji êrişên li ser Heftanînê hene û got: “Li Iraqê piştî 12’ê Gulanê de di navbera hikumeta hatî avakirin û rêveberiya Başûr de budçe, pirsgirêkên heremên binakok, dahata ji deriyên sînor û petrolê, hejmara karmendan û meaşên wan di rojevê de ye. Niha jî nîqaşa hilbijartinê ya ku li ser pêşniyara serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî di meha Hezîrana 2021’ê de were lidarxistin, derket holê.  Sedema van jî çavkaniya xwe ji hewldanên mudaxeleyên hêzên navneteweyî û herêmî yên derve ku dixwazin di hundirê Iraqê de tevliheviyê derxin, digire. Bêguman ya herî zêde vê mudaxeleyî dike desthilata faşîst AKP-MHP’ê ye ku dixwaze bi her awayî dagir bike.” 

‘ŞERÊ ESASÎ DI NAVBERA ÎRAN Û AMERÎKAYÊ DE YE’

Altan diyar kir ku şerê esasî yê li heremê dimeşe di navbera Îran-Amerîkayê de ye û rewşa heyî ya Iraqê jî wek sorkirina vî şerî pênase kir.

Altan got ku, Amerîka hemû siyaseta xwe ya heremê li gor vê şerî tekûz dike û di derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Hemû têkiliyên xwe yên bi hêz û welatên heremê re li gorî vî şerî dîzayn dike. Di vê noqteyî de hewl dide her kesî bike nava vê pozîsyonê yan jî her kesî bike amûreke vî şerî. Îtîfaq û têkiliyên bi hemû hêzan re li ser esasê vî şerî pêk tîne, li ser vê bingehê jî polîtîka-sîyasetê diyar dike. Her wiha Îran jî xwedî heman nêzîkatiyê ye. Ev şerê hegamonyayê yê di heremê de didome hemû têkiliyên hêzan ji nû ve dîzayn dike. Îro rastiya şerê li heremê vê yekê bi her awayî nîşan dide.”

Altan bal kişand ser armanca dagirkerên û got ku ew dixwazin Iraqê bikin 3 parçe ya. Altan got ku, “Li tenişta herêma Kurdan a heyî, ya suniyan wek herêmekê bi rêxistin bikin û qadên din jî wek qada şîeyan werin diyarkirin û bi vî awayî Iraqê ji nû ve dîzayn bikin. Bi vî awayî Iraq dikeve şerekî nû. Hemû hêzên siyasî yên li Iraqê wê çawa nêzî van polîtîkayan bibin, divê baş were dîtin. Jixwe şîe, çawa nêzî vê polîtîkayê dibin, tê zanîn. Vê li dijî xwe wek êrişek dibînin. Kurd jî vê polîtîkayê ji xwe re wek fersend dibînin û dinirxînin. Sunnî jî di mijara paşeroja xwe de bê biryar û bê rêxistinî ne.”

QAŞO SOZA DEWLETBÛNÊ DANE HÊZÊN BAŞÛR

Altan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewldanê siyaseta xapandinê dide meşandin û hewl dide bi hêzên başûrê Kurdistanê bi erêkirina qaşo dewletek e kurdî wan bike xwefikê. Altan got ku ev siyaseta xapînok jî ewê ku ji hêzên başûrê kurdistan re dibêjin “ ger hûn bi me re li hember PKK’ê şer bikin emê bihêlin ku hûn dewlet ava biki.”

Erdogan Altan vê siyaseta dewleta dewleta tirk wek siyaseta bikaranîn hêzên başûrê kurdistan bi nav kir û got: “Bêguman dema em dibêjin hêzên Başûr em qala hevkariya Barzanî dikin. Lewra ev xeta Barzanî bi xwe spartina Tirkiyê û armanca wê qelskirina PKK’ê ye. Dema ku qaşo soza dewletbûnê dane bidin PDK’ê wê demê wê hewlbidin bi şeklekî birakujî di nava kurdan derbixin.”

ÊRIŞÊN QONAX BI QONAX

Têkildarî êrişên ku di encama plansaziyeke berfireh de tên meşandin,  Altan got bi awayekî qonax bi qonax êriş pêk tên û got: “Ji şeva 15-16 Hezîranê ve êrişên hewayî û êrişên dagirkeriyê yên bejahî li ser Heftanînê ev demek e plana êrişên nû ya artêşa Tirk e. Qonaxa yekemîn bi girtina derdora Zînî Wertê re bi piştgiriya PDK-YNK’ê Herêmên Parastinê yên Medyayê tengkirin û êrişên li ser Maxmûrê xwe dispêre vê qonaxa yekemîn. Qonaxa duyemîn jî bi êrişên hewayî yên li ser Maxmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê re êrişên dagirkirinê li ser Heftanînê xwestin temam bikin. Ev rewş bi giştî bi awayekî şênber Tevgera Azadiyê û gelê Kurd eleqedar dike. Berfirehiya vê êrişî di plana ku ji raya giştî re hat aşkerakirin de, diyar bûbû. Çawa ku hin kesan diyar dikir ku dê ev êrişa dagirkirinê ji Xabûrê heya Asosê berdewam bike, tê dîtin ku destpêkê ji Efrînê heya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir kirin, ger serkeftî bibe ji Rojava heya Başûrê Kurdistanê tevahî dagir bike anku bi armanca xwegihandina sînorên Mîsaqî Millî.”

‘BI BÊDENGIYÊ ÊRIŞAN MEŞRÛ DIKIN’

Bêdengiya rêveberiya Iraqê bi taybetî jî ya Başûrê Kurdistanê, Altan bi armancên dagirkeran ve girêdayî şîrove kir û got: “Rola êrişê ku dane dewleta Tirk, rola meşrûkirinê jî dane van hêzan. Vê meşrûkirinê jî bi bêdengiya xwe pêk tînin. Bêguman sedema dengen qels jî li hember komkujiyên dewleta Tirk’in helwesta gel ya ku derdikeve ye.”

ARMANCA ÊRIŞÊN ÎRANÊ NÎŞANDANA XWE YE

Li kelêka êrişên dewleta Tirk êrişên artêşa rejîma Îranê li ser Başûrê Kurdistanê hene. Altan demek ku dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine, êrişên Îranê wiha nirxand: “Îran ji dîroka rejîma xwe heya niha tiştêk herî zêde jê ditirsiya hat serê wê. Tiştê herî zêde jê ditirsiya şer were ber devê deriyê wê ye. Lê niha nehatiye ber devê deriyê wê, ketiye hundirê wê. Îran ku heya niha hemû şer li welat û herêman bi destê hêzên girêdayî xwe dida meşandin, îro hatiye hundirê mala wê. Bi taybetî piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran Qasim Suleymanî ya ji aliyê Amerîkayê ve wek bersiva tiştekî berbiçav nekir, her wiha bi derketina şewba Koronavîrusê û ambargoya Amerîkayê re pir lawaz bû. Ji ber vê yekê jî niha Îran bi hin êrişan, hin gerandina balafir û helîkopterên xwe dixwaze ji xelqê hundirîn ê Îranê û hin hêzên derve re bibêje ‘Va ye ez heme, hêj jî li ser linga me’. Amerîka dixwaze her kesî li aliyê xwe bigire û di Rojhilata Navîn bi taybetî jî di Iraqê de polîtîkayeke hevsengiyê bimeşîne, Îran jî heman tiştî dixwaze bike. Lewra ji vê polîtîkayê re pêwîstiya herî zêde ya Îranê pê heye.”

‘TÊKÇÛNA ÊRIŞAN TEVGERA MÎT’Ê ZÊDE BÛ’

Erdogan Altan diyar kir ku di demekê de ku dewleta Tirk li Heftanînê ber bi têkçûnê ve diçe, tevgera MÎT’ê ji her demê zêdetir bûye û got: “Heya niha ku wisa digotin wê bi balafirên şer û balafirên keşfê di demeke kurt de li Heftanînê encamekê bigirin, lê dîtin ku gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakî û şerekî cuda li hember wan şer dikin û encam digirin, neçar man serî li rê û rêbazên din bidin. Ev rêbaz jî çawa ku di salên 1990’î de li hemberî Tevgera Azadiyê cerdevanî û sîxurî xwestin bi pêş bixin, niha jî dixwazin li herêma Behdînan û derdorê heman rêbazê pêk bînin. Lê ji ber gelê heremê ketina vê lîstika dewleta Tirk û bertekeke tund nîşanî bêdengiya berpirs û rêveberiya hikumeta herêmê û Iraqê didin, gelek caran endamên MÎT’ê diqewitînin. Lewra rastiyek jî heye ku ev endamên MÎT’ê bi rêya rêveberiyên herêmî ya PDK’ê dixwazin vî rêbazî serkeftî bi encam bikin.

MÎT di nav hewldanan de ye ku bi serok eşîrên heremê re hevdîtin û civînan li dar bixin. Lê li gorî agahiyên me ji heremê girtine, gelek malbat û serok eşîran daxwaza wan a civîn û hevdîtinan qebûl nekiriye. Her wiha bi vê ve girêdayî dixwazin bi pere hin kesan di heremê de bikin sîxur û bi taybet li ser rêveberên PKK’ê agahiyan bi dest bixin.”

ANHA


Mijarên Din