Armanca dagirkirinê, xeyalên Erdogan yên ‘Kembera Selefî ya Tirk’

Armanca bingehîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewama ‘Kembera Ereb’ e ya ji aliyê rêjîma Sûriyê de ku di sala 1962’yan de ji bo  ku herêmê ji Kurdan vala bikin. Erdogan û çeteyên xwe bi ‘Kembera Selefî ya Tirk’  hewl didin gav bi gav guhertineke demografîk ya nû pêk bînin.

Armanca sereke ya êrîşên 9’ê Cotmehê ya dewleta Tirk û çeteyên wê guhertina demograyaya herêmê ye. Pêvajoya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya rêjîma Erdogan û biryara rêveberiya Trump ya vekişandina leşkerên DYE’yê ji Bakurê Sûriyê ji bo Kurdan û her wiha ji bo Ereb, Ermen û Sûryaniyên ku li cem Kurdan têdikoşin xeteriya paqijiya etnîkî û qirkirinê derxist holê.

Li Bakurê Sûriyê bi armanca avakirina ‘Kembereke Selefî’, di encama bombebaranên hewayî, obus û hewanan ku hatin kirin, li gorî daneyên SOHR ji 14’ê Cotmehê û pêde herî kêm 128 sivîlên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku li Serêkaniyê ku ev 5 roje di bin dorpêçê de ye di encama êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê de 22 jê zarok 235 sivîl şehîd bun, 677 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî NY’yê nêzî 200 hezar sivîlan di nava sê rojan de terka malên xwe kirin û ger tevgera dagirkirinê dewam bike wê koçberiya navxweyî û girêdayî vê jî krîza mirovî mezin bibe.

Çeteyên rêjîma Erdogan yên ku di bin navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyê’ de berhevkirine, dîmenên sivîl û şervanên ku hêsîr girtine dikujin ku ev jî îspata sûcên şere e, li ser medyaya civakî hatin weşandin

Ev yek mîna sûcên şer, paqijiya etnîkî û komkujiyên ku ji aliyê Tirkiyê de li dijî Kurdan tê kirin kete rojeva raya giştî ya navneteweyî.

Ji roja ku şerê navxweyî yê Sûriyê destpêkiriye heta îro rêjîma Erdogan ya ku bi xeyalên emperyal ya Osmanî tevdigere, paqijiya etnîkî ya ku dixwest li herêmê pêk bîne bi piştigiriya hêzên navneteweyî di 9’ê Cotmehê de destpêkir.

Ji bo ku demografyaya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Sûriyê de bê guhertin, projeya ‘Kembera Ereb’ ya ku 57 sal berê destpêkir, Erdogan dixwaze rojane bike û veguherîne ‘Kembera Tirk’. Pêşketinên li herêmê û gotinên Erdogan îşaretê bi vê yekê dikin.

Rêjîma Sûriyê di 5’ê Cotmeha 1962’yan de li Rojavayê Kurdistanê serjimarî kir û Kurdên ku îspat nekirin ew beriya 1945’an li Sûriyê ne weke ‘ecnebî’ yanî biyanî hatin hesibandin. Yên ku beşdarî serjimariyê nebûn jî ‘mektumin’ ango ne tomarkirî hatin hesibandin. Bi vî rengî 120 hezar Kurd ji mafê welatîbûnê bêpar hatin hiştin.

Di sala 1969’an di çarçoveya reforma erdê de li gelemperiya Sûriyê mîlyonek û 374 hezar hektar erd hate desteserkirin û herî zêde jî herêmên Kurdan ji vê pêkanînê bi bandor bûn. Ji Serêkaniyê heta Dêrikê di qadeke  bi dirêjahiya 280 km û 10-15 km jî fireh 340 gundên ku 140 hezar Kurd lê dijiyan derxistina wan ji herêmê û li şûna wan jî bi cih kirina Ereban hatibû pêşdîtin.

Piştî avakirina Bendava Tepqa’yê ji 1973 heta 1975’an li herêma mijara gotinê gundên mînak hatin avakirin. Li aliyê Reqayê jî 15 gund hatin avakirin.

4 hezar malbatên Ereb yên ku malên wan di bin ava bendavê de man li gundên van her du herêman hatin bicihkirin. Li her gundekî 150-200 mal bi cih bûn. Erebên ku li Heleb, Minbic û El Babê ku bi projeyên avdanê ji cihên xwe bûn jî li gel alîkariyên çek, tov û gubre-zibil hatin teşwîqkirin ku li Cizirê bi cih bibin.

Bi giştî malbatên Ereb yên ku li herêma Cizîrê hatin bi cih kirin gihişt 7 hezaran. Plana Erebkirina Cizîrê di sala 1976’an ji aliyê Serokê Dewletê Hafiz Esed de hat rawestandin.

Ji bo ku li şûna Kembera Ereb, Kembera Tirk bê avakirin, bi şerê li Sûriyê re dewleta Tirk ku kete nava xeyalên emperyal, Erdogan bi çeteyên ku girt cem xwe armanca xwe ya guhertina demografyayê û dagirkirinê timî anî ziman.

Dîroka despêkirina plan û komploya paqijiya etnîkî ya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan heta 9’ê Cotmeha 1998’an diçe. Di 9’ê Cotmehê de destpêkirina êrîşên dagirkirinê ji aliyê dewleta Tirk de, ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan ji Sûriyê derket, dîrokeke ku tesaduf hatiye hilbijartin nîne. Ocalan di hevdîtinên ku bi parêzerên xwe re kir de gelek caran hişyarî kir û got; “dewleta Tirk bi hêzên navneteweyî re lihevkir û komplo destpêkir. Min hewl da vê komployê pûç bikim. Lê komplo li ser hemû Kurdan dewam dike.”

Di Tebaxa 2016’an de bi navê ‘Mertala Firatê’ li dijî xaka Sûriyê hewldana dagirkirinê ku destpêkir, gava destpêkê ya paqijya etnîkî bû. Dewleta Tirk xeta Şehba-Cerablûs-Babê bi hevkariya DAIŞ’ê bê şer girt. Li herêma ku ji sedî 60 Kurd û ji sedî 5 Xiristiyan in, beşeke zêde ya Kurdan neçarî koçberiyê hat kirin.

Di qonaxa duyemîn de jî vê carê li dijî Efrînê  di bin navê ‘Şaxê Zeytûnê’ de artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê êrîşa dagirkirinê destpêkirin. Efrîna ku ji sedî 80 Kurd in bi dagirkeriyê û pê re pirraniya Kurdan û hindik neteweyên din neçar man ku koç bikin. Piştî dagirkirinê dewleta Tirk dibistanên Tirkî ku li bajêr vekir, armanca wan ya bingehîn çiye nîşan da.

Herî dawî Erdoganê ku di Civata Giştî ya NY’yê de li ser nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di destên xwe de girtibû herêma ku bê dagirkirin û paqijiya etnîkî ji hemû cîhanê re radigihand û got ku li herêmê, Minbic jî di nav de, ji Firatê heta sînorê başûrê Kurdistanê li herêmeke ku kûrahiya wê 32 km çargoşeye, 140 gundên ku nufûsa wan 5 hezar û 30 navçeyên ku nufûsa wan 30 hezar wê bên avakirin.

Erdogan bi êrîşên dagirkirinê ku di 9’ê Cotmehê de despêkirin gav bi gav li dijî Kurdan û gelên li herêmê ku wê paqijiya etnîkî bê kirin, NY jî di nav de hemû hêzên navneteweyî tevlê kir.

Hêjmara nufûsa hinek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rêjîma Erdogan dixwaze lê ‘Kembera Tirk’ ava bike û paqijiya etnîkî pêkbîne wiha ye;

Serêkaniyê: Nêzî ji sedî 60 nufûsa Serêkaniyê Kurd in û derdora ji sedî 35 jî Ereb in. Li bajêr Ermen, Suryan û Çeçenên ku di sedsala 19’emîn de ji Qafkasyayê hatine, dijîn.

Girê Spî: Nufûsa wê nêzikî 100 hezar e. Li bajêr nufûsa Kurd û Erebnan weke hev in. Derdora ji sedî 10-15 Turkmen û hêjmareke kêm jî Ermenî dijîn.

Dirbêsiyê: Pirraniya nufûsa wê Kurd in. Piştî kembera Ereb li bajêr Erebên ku li herêmê hatin bi cih kirin û Ermenî jî dijîn.

Kobanê: Bajêr ji sedî 90 Kurd in. Li bajêr Ereb û Ermenî jî dijîn.

Qamişlo: Yek ji navendên herî girîng yê herêma Cizîrê ye. Nufûsa bajêr zêdeyî 500 hezar e. Ji sedî 62 nufûsa bajêr Kurd, ji sedî 33 Ereb û Xiristiyan jî dijîn.

Amûdê: Niha ji sedî 90 nufûsa Amûdê Kurd in. Li bajêr Ereb û Suryanî jî dijîn.

Dêrik: Pirraniya nufûsa Dêrikê Kurd in. Li bajêr Suryanî, Ereb û hêjmareke kêm jî Ermenî dijîn.

Jimar çima guhêrbar in?

Jimara nufûsa sala 2004’an li gorî roja îro gelek kêm e. Bi taybetî piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyê destpêkir, ji ber aramiya ku di bin banê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat avakirin bi sed hezaran mirovên ku ji herêmên din yên Sûriyê koçber bûn li van herêman bi cih bûn.


Mijarên Din