'Armanc ji lihevkirina kurdî – kurdî bidawîkirina dagirkirinê ye'

Ebas Hisên got, armanca lihevkirina kurdî – kurdî parastina yekitiya xaka Sûriyê û bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ye. Hisên bang li hikumeta Sûriyê kir ku dest ji hişmendiya paşverû ya şofonîst berde û dest bi diyaloga niştimanî bike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebas Hisên di hevpeyvînekê de li gel ANHA'yê re behsa girîngiya lihevkirina kurdî-kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ebas Hisên diyar kir ku armanc ji lihevkirinên kurdî – kurdî çaresrkirina pirsgirêka Sûriyê û bidawîkirina dagirkirinê ye.

Ebas Hisên bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û anî ziman ku divê aliyên siyasî helwestên xwe ji dagirkeriyê diyar bikin, Sûriyeke demokratîk ji her kesî re ava bikin û ji bo peydakirina jiyaneke ewle ji gelê Sûriyê re bixebitin.

Ebas Hisên destnîşan kir ku armanc ji lihevkirina kurdî – kurdî parastina yekitiya xaka Sûriyê, bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ye û xizmeta hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ji ber wê dewleta Tirk bi hemû şêwazan dixwaze van lihevkirin û nîqaşn têk bibe."

Ebas Hisên îşaret pê kir pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parasatina herêmê ji çeteyên DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û komên tundraw  de 11 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndar dan, parastina yekitiya xaka Sûrî kir û idiyayên ku ji aliyê hindek hêzan ve derdikevin ku kurd parçebûnê dixwazin derewand  û wiha domand: "Gelê kurd banga mafên xwe di nava Sûriyeke demokratîk ji her kesî re dike û projeyeke niştîmanî ji hemû gelê Sûriyê re digre ser xwe."

Ebas Hisên bang li hikûmeta Sûriyê kir ku dest ji hişmentiya şofînîst a paşverû berde, dest bi diyalogên niştîmanî bike û mil bi mil li hemberî dagirkeran bisekinin ên ku sûdê ji aloziya Sûrî digrin û bi navê ol hewl didin zêdetirî xaka Sûriyê dagir bikin.

Her wiha Ebas Hisên bang li hêzên kurdî û kurdistanî kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji bo doza kurdî bixebitin, li hember êrişên dewleta Tirk li dijî hebûna kurdî û doza wan bisekinin û ev tişt bilêv kir: "Heta kengî emê di bin xeterî û gefên dewleta Tirk a dagirker de bijîn."

Endamê Komîteya Navendî yaPDK-S'ê Ebas Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beriya 6 salan mîna van rojan çeteyên DAIŞ`ê bi fermana Tirkiyê komkujî li dijî êzidiyên Şengalê pêk anî. Ji ber wê divê hêzên kurdî ji siyasetên ku li dijî kurdan têne kirin, hişyar bin. Di zûtirîn dem de kongreya netewî ya Kurdistanê lidar bixin û li hember berjewendiyên dewleta Tirk ku gefan li hebûna gelê Kurd dixe, bisekinin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din