Arkeolog: Bi talankirina şûnwaran dîroka Sûriyê xerab dikin

Arkeologê bi navê Ebdulwehab Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şûnwarên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê didizin û bazirganiyê pê dike, da ku nasnameya çandî û şaristanî ya şêniyên herêmê tune bike û dîroka wê îmha bikin.

Rêzesûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, wekî hewldanên domdar ên guhertina nasnameya herêmê û binsaziya wê ya mirovî, dizîna şûnwaran dewam dikin.

Rojane ji herêmên dagirkirî ji Serêkaniyê de bigire û heta Girê Spî û Efrînê agahiyên girêdayî dizîna şûnwaran û çalakiyên lêgerîna li şûnwaran ên bi rêbazên hov û firotina wan, tên. Dewleta Tirk girîngiyê nade nirxên manewî û şaristanî yên şûnwaran û kiryarên xwe dewam dike.

Tevî ku hemû cîhan tev li peymana 14`ê Gulana 1954`an a parastina milkên çandî di şerên çekdarî de dibe jî, lê belê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de bêyî ku civaka navneteweyî ti helwestê nîşan bide, şûnwar tên dizîn û zirar digihêje cihên dîrokî.

Girêdayî mijarê, arkeologê Gerînendetiya Şûnwaran a bajarê Minbicê Ebdulwehab Şêxo dibêje: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi talankirina şûnwaran hewl didin pereyan qezenc bikin, nasname û çanda herêmê tune bikin û dîroka herêmê û şaristaniyên li wan herêmê derketine xerab bikin. Ji ber wê yekê ew bi alavên giran cihên dîrokî xerab dikin.”

Şêxo tekez kir ku şûnwar yek ji çavkaniyên girîng ên nivîsandina dîrokê ne û wiha axaftina xwe didomîne: "Ji ber ku li ser wan neqş û nivîs hene ku bi rêya arkeolojiya hemû dateyên jiyana rojane, dîroka hikumê şahan, şer, çînên civakê, avahî û hemû dateyên jiyanê di aliyên civakî, aborî, siyasî û olî de, tên naskirin."

Arkeolog Şêxo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi firotina şûnwarên Sûriyê li sûka reş, hewl didin dîroka Sûriyê xerab bikin û destnîşan kir ku şûnwar nîşaneyên resenî û şaristaniyên kevin in, lê belê dagirker şûnwaran wekî alaveke bazirganiyê bi kar tînin.

Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê di 11`ê Mijdara derbasbûyî de daxuyaniyek dabû û tê de wiha gotibû: “Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê rûxandin û xerabkirina şûnwar û girên dîrokî, talankirin û firotina wan ji derveyî Sûriyê re ku li gel bêdengiya navneteweyî pêk tê, dewam dike. Bi wê yekê rewşa li kantona Efrînê ya dagirkirî xerabtir dibe û binpêkirin bi awayekî sîstematîk û domdar, berdewam dikin. Ti cihên dîrokî neman, hemû hatin xerabkirin û rûxandin.”

Gerînendetiyê her wiha got ji ber ku bajarê Efrînê ji cîhana hundir û derve hatiye qutkirin, ew nikarin bi hêsanî agahî û belgeyan bi dest bixin da ku wan binpêkirinan belge bikin.

Piştî agahiyên li ser rûxandina girê Kitix ê dîrokî ku hemwextî çalakiyên kolandin û xerabkirina cihên dîrokî yên li derdorê Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pêk hat, gerînendetiyê ew daxuyanî dabû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din