​​​​​​​Arif Balî: Li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Afir Balî bang li gelên  herêmê kir ku li dijî tecîrda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Afir Balî di hevdîtineke li gel ANHA‘yê de got: "Rêber Ocalan bi perspektîfên xwe hêza xwe ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhata Navîn îsbat kir. Armanca girankirina tecîrda li dijî wî ew e ku rê li ber pêşniyar û fikrên wê yên çareserkirina krîza Rojhilata Navîn were girtin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê destnîşan kir ku bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dê dawî li şerê li herêmê werin û got: "Hêzên desthilatdar ên ku xwe bi wan şeran têr dikin naxwazin ev krîz çareser bibe."

Balî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dewletên hegemon û hikûmetên desthilatdar di serî de Tirkiyê ne xema wan e ku şer û aloziya li herêmê bi dawî bibe. Ji ber şer dikeve xizmeta desthilatdariya wan, lewra tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Ocalan ê ku dikare pirsgirêkan çareser bike, ferz kirine."

Arif Balî bang li gelên herêmê kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li partî û aliyên siyasî yên kurdî kir ku yekîtiya netewî ava bikin, xîbata kurdî bikin yek û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

ANHA   


Mijarên Din