Arif Balî: Armanca Komkujiya Helebçeyê qirkirina gelê Kurd bû

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî teqez kir ku armanca Komkujiya Helebçeyê ya ku di sala 1988’an de pêk hat, qirkirina gelê Kurd bû.

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê ya ku di 16`ê Adara 1988`an de pêk hat, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî ji ajansa me re axivî.

Arif Balî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Komkujiya Helebçeyê ya ku di 16`ê Adara 1988’an de pêk hat û zêdetirî 5 hezar kes bi rêya êrîşên kîmyewî jiyan xwe ji dest da, ew roj di dîroka Kurdan de nayê jibîrkirin. Armanca wan kesên ku gelek komkujî li ser Kurdan pêk anîn, tunekirin bû û xwestin desthilatdariya xwe li ser gelê Kurdistanê bidin meşandin."

Balî wiha dewam kir: "Gelek komkujî li ser gelên azadîxwaz hatin meşandin, wekî komkujiya 12`ê Adarê ya li bajarî Qamişlo ku ji aliyê rejîma Baasê ve hate meşandin. Her wiha komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li bajarê Kobanê û li Efrînê jî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatin."

Balî da zanîn ku ne tenê Erdogan, Sedam Hisên û çeteyên DAIŞ`ê dixwest Kurdan tune bikin,  gelek welatên din jî destek dida wan û dixwazin gelê Kurd tune bikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Soza me ji bo hemû mirovan e ku bi îradeya azad bijîn ku bi slogana Mezlûm Dogan em ê li ber xwe bidin."

(ekîp)

ANHA   


Mijarên Din