Aram Hena: Dagirker li gorî lihevkirinan tevnagerin, garantor erka xwe bi cih nayne

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li herêmê xeteriya li ser pêkhateyan nû dike. Her wiha bang li civaka navnetewî û Rûsyaya garantor kir ku sûcên Tirkiyê rawestînin.

Tevî hemû lihevkirinên ku bang li dewleta Tirk û çeteyên wê dike ku sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê rawestîne, lê êrişên xwe zêde kirin û lihevkirinên agirbestê paşguh dike. Ev sûc û êriş bi hebûna hêzên Rûsyayê ya garantor têne kirin.

Girêdayê mijarê, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena ji ANHA'yê re axivî.

Aram Hena di destpêka axaftina xwe de got, hêzên Tirkiya dagirker û çeteyên wê li gorî lihevkirinên agirbestê yên bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, tevnagere.

'HEBÛNA DAGIRKERAN LI HERÊMA XETERIYA DUBAREBÛNA SENARYOYA QIRKIRINA 1915'AN NÛ DIKE'

Hena qirkirinên ku osmaniyan li dijî gelên herêmê pêk anîne, bi taybet yên li dijî Suryan, Asur û Kildan ku di encamê de zêdeyî milyonek kes bûn qurbanî bi bîr xistin û wiha dom da axaftina xwe: "Bi hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê em dibînin ku xeteriya wan li ser pêkhateyan nû dibe. Ji ber ku fikir û terora wan dişbihin fikrê Osmanî. Xeterî heye ku senaryoya qirkirina 1915'an dubare bibe."

Hena diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker teror û çetîtiya xwe ji dewleta Tirk re xuya dike, ev yek bi girêdana wê ya bi siyasetên Tirkiyê ve û destwerdana wê li gel Tirkiyê di şerên li herêmên din mîna Lîbya û Ermenistanê de diyar dibe.

Hena her wiha got: "Her wiha terora wê eşkere li herêmên ku dagirkirine xuya dibe. Binpêkirinên rojane yên li dijî sivîlan vê yekê îsbat dike."

'DIVÊ HÊZÊN RÛSÎ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Berdevê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan bal kişand ser rola hêzên Rûsyaya garantor li herêmê û got: "Hêzên Rûsyayê ku xwe wekî garantor hesab dikin, ji bo rawestandina kiryarên Tirkiyê yên li ser herêmê li gorî ku tê xwestin kar nake. Mînak; berî demekê gelek sivîl li ser rêya M4 ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn, konvoya Rûsyayê jî li wir bû ti helwest li hemberî van binpêkirinan nîşan neda."

Aram Hena bang kir ku divê hêzên Rûsyayê rola xwe wekî garantorê rasteqîn li herêmê pêk bîne û lihevkirinan li ser erdê pêk bîne.

Hena destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî “Bi baldarî li herêmên me temaşe bike, ji ber em xwediyên wê yên resen in û mafê me ye lê bijîn û bi rê ve bibin. Di salên borî de me hêza xwe ya rêvebirina herêmê de îsbat kir. Ji ber vê em bang li aliyên aktîv ên li herêmê dikin ku daxwazên me yên rizgarkirina herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cidî bigirin û li xwediyên wan ên rasteqîn vegerînin."

BANGA PIŞTGIRIYA QSD'Ê

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li derdora QSD'ê kom bibin û piştgiriya wê bikin ji ber ku bersiva êriş û gefên li ser herêmê dide.

(bb)

ANHA


Mijarên Din