‘Anîna penaberan ji bo guhertina demografik hincetek e’

Serokê şaxê Firatê yê Partiya Sûriya Pêşerojê Kerîm Îbrahîm got: “Zimanê gefan ê ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan bikartîne, nîşan dide ew dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û nasnameya herêmê biguhere.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan, tevî ku lihevgirineke ji bo misogerkirina ewleya sînorê Bakurê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Emerîka û Tirkiyê de çêbûye jî, Erdogan dîsa gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  nû kir.

QSD`ê li gorî vê lihevkirinê û danîna rêçareyekê ji gotinên Tirkiyê re ku metirsiyên wê li ser sînorê wê yê başûr hene, ji bo xetimandina xendekên parastina leşkerî yên li ser sînorê herêma di navbera herdu bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kete nava liv û tevgerê. Herwiha ji nuqteyên sînorî vekişî û piştî ew nuqte radestî Maclîsa Leşkerî ya Herêmî kirin, li derveyî herêmên ku li ser hatiye rêkeftin, hatin bicihkirin.

Lê serokkomarê Tirkiyê pir dereng nema û dîsa dest bi zimanê gefan kir û soza destpêkirina êrîşê li ser herêma ku zêdeyî 5 milyon kesên Sûrî, herwiha bi hezaran koçber û penaber hembêz dike, kir. Îro jî tê zanîn ku ev herêm, di nava herêmên Sûriyê de herêma herî ewle û aram e. Erdogan, ji bo dagirkirina herêmê dîsa penaberên sûrî yên li Tirkiyê kirin hincet.

Serokê şaxê Firat ê Partiya Sûriya Pêşerojê Kerîm Îbrahîm derbarê xwestekên dewleta dagirker de wiha got:``Dîroka Tirkiyê xuyaye, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ku ji şoreşeke aştiyene veguherî leşkerî, destwerdanên dewleta Tirkiyê têde hebûn. Erdogan jî xuya kir ku ew serperiştiya vê şoreşê dike.”

Îbrahêm wiha axaftina xwe dewam kir:``Piştî Projeya Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha biratiya gelan ku bi îxwanciya Erdogan ji bo wê tevdigere re dijbere, hate bicihanîn.  Erdogan serneket û îdia kir ku ew li ser ewlehiya xwe ya netewî ditirse û bi vê hincetê daxwaza herêmeke bi ewle yan kerîdoreke aştiyê bi dirêjahiya 480 Km û kûraniya 30 Km`yan, kir. Bi vê yekê dixwaze guhertineke demografî çêke û wan penaberên sûrî ku li Tirkiyê dimîn in bihîne di hundirê vê herêmê de bicî bike. Wek çawa li Efrînê kir, dê nişteciyên wê yên resen derbixe. Niha jî destdirêjî çend dewletên wek Rûsiya û Îranê dike da alîkariya wî bikin ku wê herêma “ewle” ava bike.``

Îbrahîm diyar kir ku niyeta Erdogan ne başe û çavên wî li serwet û samanê Sûriyê ye û wiha pê de çû: “Demê berê de jî kalikên wî wiha kiribûn û 400 salan Sûriye dagir kiribûn. Ji bilî hejarî, nezanî û cehalete, tiştek li pey xwe nehêştibûn.``

Îbrahîm bang li gelên Sûriyê û Tirkiyê kir ku li hemberî rêjîma Tirkiyê derkevin ku cûdahiyê dike nava şêniyên herêmê û dixwaze dewletên cîran dagir bike.

Îbrahîm got: “Em ji zimanê diyalogê re dibêjin erê û ji zimanê tehdît û gefan re dibêjin na.``

Kerîm Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Erdogan li pêş Cimiyeta Neteweyên Yekbûyî nexşeya Sûriyê hilda, ev yek jî ji aliyê yasayî ve nayê qebûlkirin. Bila ew li hundirê Tirkiyê vegere û li şûna destwerdana di karûbarên dewletên cîranan de, bila kêşe û pirsgirêkên hundirîn çareser bike.``

(rr/bm

ANHA


Mijarên Din