ANHA‘yê ziyanên ji ber topbarana li ser gundên Soxanekê şopand

ANHA‘yê ziyanên topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Soxanekê yê Efrînê şopand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê gundê Soxanekê yê Şêrawayê dan ber topbaran. Hate ragihandin ku top li nêzî mala şêniyên bi navê Elî Mihemed, Resûl Hesen û Mihemed Xelîl ketin.

Ajansa me encamên topbaranê şopand. Derket ku artêşa Tirk a dagirker jîngehên sivîlan kirin hedef û ziyan gihandin malên wan.

Şêniya bi navê Yasmîn Mamo an ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê raste rast sivîlan dikin hedef û got: "Dema me dît ku top sivîlan dikin hedef min û zarokên xwe xwe spart şikeftan."

Yasîm anî ziman ku ew li gundê xwe li ber xwe didin û got: "Berdêl çi be em warê xwe ji dagirkeriya Tirk re nahêlin."

ANHA


Mijarên Din