ANHA`yê rewşa derdora Eyn Îsa şopand

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewl didin bi alîkariya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê rêya navdewlatî ya M4 bixin bin kontrola  xwe da ku navçeya Eyn Îsayê dorpêç bikin. Ji ber vê yekê hêz û tankên xwe li derdorên navçeyê kom dike. Şervanên QSD‘ê bersiva her tevger û hewldaneke dagirkeran didin.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî dagir kirin, hewl didin herêmên di bin dagirkirina xwe de berfireh bikin.

Çeteyên dagirkeriyê hemû hewldanan dikin da xwe bigihînin navçeya Eyn Îsa ya stratejîk Ji bo ku rêya herêmên Firat û Cizîrê û herêmên din ên Sûriyê, qut bikin.

Reva çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehan bi taybet girtîgeha Eyn Îsayê ya ku 785 çeteyên DAIŞ`ê tê de girtî bûn û kampa Eyn Îsayê ji çeteyên dagirkeriyê re bû destek da ku herêmên di bin dagirkirina xwe de berfireh bikin.

Navçeya Eyn Îsayê wekî herêmek stratejîk tê hesibandin, ku rêya bilez a Hesekê-Heleb tê re derbas dibe.

ANHA`yê rewşa dawîn a herêmê, armanca dewleta Tirk ji bo ku bighêje derdora navçeya Eyn Îsa û rêya bilez qut bikin şopandin.

Me xwe gihand şervanekî QSD‘ê ku bi hevalên xwe re rêya navdewletî kontrol dikirin û hewldanên çeteyên ê kontrolkirina vê rêyê dibersivandin.

Şervanê QSD‘ê Sîpan diyar kir ku wan êrişên çeteyan bi taybet ên dagirkirina gundê Tîna û Cerîd ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê ne û 1 km dûrî rêya navdewletî ye şikandine.

Her wiha destnîşan kir ku şêniyên gundên dagirkirî, bang li hêzên QSD`ê dikin da ku wan ji çeteyên mal û milkên wan talan dikin, bi parêzin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din