ANHA'yê bîlançoya 2 mehan a êriş û berxwedana li Eyn Îsayê eşkere kir

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya du mehan a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişan eşkere kirin. Agahiyên vê bîlançoyê xwe dispêrin fermandarên leşkerî û berpirsên Rêveberiya Xweser.

Piştî 7 hefteyan ji êrişên bênavber ên li dordora bajarokê Eyn Îsayê û gelek gundên li ser rêya M4 û sewqiyetên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li eniyên şer, ji 12'ê vê Çileyê verewşa li navçeya Eyn Îsayê bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23'ê Mijdarê ve êrişên bejayî yên li ser navçeya Eyn Îsayê û êrişên bi çekên giran li ser gundên Mielek ê rojavayê bajarokê û derdora bakurê bajarokê dan destpêkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandin ku wan bersiva êrişan dan û nehiştin ku çete bighêjin rêya M4 a di navbera Eyn Îsa û kantona Kobanê de.

'HEWLDANÊN DORPÊÇKİRİNA EYN ÎSAYÊ Bİ SER NEKETİN'

Ji fermandarên QSD'ê Ciwan Ayhan ê li eniyên Eyn Îsayê ragihand ku şervanên wan li hemberî hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên gihiştina rêya M4'ê berxwedana mezin bi taybet li gundên Mişêrfê û yê rojhilatê bajarokê û Mielek ên rojavayê wê raber kirin.

Ayhan destnîşan kir ku hebûna hêzên Rûsya ya garantor û hêzên hikumeta Şamê li eniyên şer bê wate ye, dema ku şer giran dibe her alî vedikişin. Fermandarên QSD'ê Ciwan Ayhan wiha domand: "Şervanên me ji tevahî hêzên ku dibêjin em ê bi bin bikevin, îsbat kirin ku em ji parastina xaka gav navêjin, bi dehan dagirker hatin kuştin û cenazeyên wan li nêzî rêya M4 belav bûn."

Di 18'ê Kanûnê de, komên çete bi desteka obus û moşekên dewleta Tirk a dagirker êrişên bejahî anîn ser gundên Mişêrfê û Cehbel ên 3 km dikevin rojhilatê bajarokê da ku her du gundan dagir bikin. Hemwextê wê gelek taxên bajarokê bi obusan dihatin topbarankirin. Beriya vê yekê QSD'ê ragihandibû ku wan hewldanên dagirkirina her du gundan têk birin û gelek çete ji derdora rêya M4 reviyan.

Dewleta Tirk a dagirekr di nava 50 rojî de bi sedan topên abus û moşekan, her wiha tankan 162 dever li taxên Eyn Îsa, gundên Cehbel, Mişêrfê, Fatisa, Seyda, Mielek, Xalidiyê, Hoşan û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin. Di heman demê de li eniyên şer 3 êrişên bejayî yên çeteyan li gundên rojhilat û rojavayê bajarê pêk hatin da ku rêya M4 qut bikin.

WİNDAHİYÊN DAGİRKERAN

Li gorî agahiyên ku ji fermandarên QSD'ê hatine girtin, di van êrişan de 65 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 53 jî birîndar bûn. Her wiha 5 maşîne û erebeyên leşkerî yên dagirekran li derdora bajarokê hatin rûxandin.

WİNDAHİYÊN SİVÎLAN

Hêzên dagirker di êrişên xwe de gundên tije sivîl û taxên bajarokê Eyn Îsayê kirin armanc. Di encama van êrişan de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de zarok hebûn, her wiha 16 jî birîndar bûn.

QSD'ê di demên cuda de navên 9 şervanên xwe yên ku di bersivdayîna êrişên li ser Eyn Îsayê de şehîd bûn, ragihandibûn.

SİVÎL KOÇBER BÛN Û TEVGERA RÊYA M4 RAWESTİYA

Ji ber êrişên bê ser û ber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 6 gundan sivîl ji malên xwe koçber bûn, li taxên bakur û başûrê bajarokê gelek mal rûxiyan.

Di heman demê de ji ber şerên li derdora gundê Mişêrfê, çalakiya bazirganî û tevgera çûn û hatinê ya li ser rêya M4 ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de mehekê rawestiya.

TEVGERA BALAFİRÊN ŞER Û YÊN KEŞFÊ Û AVAKİRİNA BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Ji destpêka êrişên li ser bajarokê, 4 caran balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê navçeyê geriyan û 33 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li nêzî navenda navçeya Eyn Îsayê du baregehên leşkerî ava kirin, ya yekemîn 2 km bakurê bajarokê û ya din jî 500 mîtreyan bakurê rêya M4, nêzî gundêMielek ê rojavayê bajarokê. Li her du baregeh radar û maşîneyên leşkerî, çekên giran hatin bicihkirin, her wiha derdora wan mewziyên axê û burcên çavêdriyê hatin dayîn.

ANHA


Mijarên Din