ANHA dosyayên Şoreşa 19`ê Tîrmehê diweşîne

ANHA ji sibê ve dest bi weşandina dosyayên der barê Şoreşa 19`ê Tîrmehê dike. Dosya ji 3 beşan pêk tên û balê dikişînin ser sedemên destpêkirina wê, pêvajoyên ku tê re derbas bû û astengiyên ku rastî wê hatin.

Dosyaya bi navê "Şoreşa 19`ê Tîrmehê… şoreşa guhertin û avakirinê" ji 3 beşan pêk tê. Di her sê beşan de bi awayekî berfireh behsa şoreşê tê kirin û hevpeyvînên kesayetên ku ji destpêkê heta roja îro beşdarî şoreşê bûne, tê cih digirin.

Di beşa yekemîn de dê behsa sedemên destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pêvajoyên ku tê re deras bû û astengiyên ku rastî wê hatine, were kirin.

Di beşa duyemîn de dê behsa felsefeya ku şoreşê ji xwe re esas girt, stûnên wê yên sereke, asta ku hate pêkanîn û kêmasiyên wê, were kirin.

Her wiha di beşa dawîn de dê behsa rola jinan a pêşeng di nava şoreşê de û destkefiyên ku bi dest xistine, were kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din