Angela Merkel banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kir

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ji serokkomarê dewleta Tirk a dagirker xwest ku êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rawestîne.

Hikumeta almanî ragihand ku şêwirmenda Almanyaya Angela Merkel bang li serokkomarê dewleta Tirk Erdogan kir ku yekser êrîşa ku artêşa wî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Çarşemê ve bi hinceta avakirina herêma ewle pêk tîne rawestîne.

Almanya ya ku Tirkiyê tankên wê ji bo qetilkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne tev li koma dewletên ewropî yên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker red dikin, bû.

Tirkiyê li gel nerazîbûnên navdewletî li hemberê û banga rawestandina yekser a êrîşan, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

(şx)


Mijarên Din