Wezaretê got, cezayên nû li dijî du kesayet û 6 hêzan e. Di nav de çar şirketên girêdayî şirketên petrolê yên Îranê ne.
Ji destpêka vekişîna ji lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re di Gulana 2018`an de rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump carek din cezayên li dijî Tehranê ferz kirine dubare kir, Bi taybet ên li dijî warên petrola îranê.
DYA`yê Îran tewanbar dike ku dixwaze bibe xwedî çekek nuklerî û sponseriya terorê bike û aramiya herêmê bihejîne.
(şx)
ANHA