Amerîkayê çekên ku Îranê ji Hûsiyan re şandin, desteser kirin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku keştiya şer a Amerîkayê ‘USS Normandy’ di dema çalakiyên ewlehiya deryayî li Deryaya Ereb de, hejmareke çekên veşartî yên di keştiyeke biçûk a Îranê de, girtin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) wiha da zanîn: "Çekên ku hatine desteserkirin ji 150 moşekên li dijî  tankan ên ji cureya ‘Dehlawiye’ ne. Tê zanîn ku ev moşekên Îranê wekî yên Rûsyayê yên ji cureya ‘Cornit’ in. Her wiha di nava çekên hatine desteserkirin de 3 moşekên ji erdê bo asîman ên Îranê jî hebûn."

CENTCOM di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: "Gelek ji van çekan dişibin sîstema çekên ku li deryaya Ereb di 25`ê Mijdara borî de hatine girtin ku ji bo mîlîsên Hûsî yên Yemenê dihatin şandin."

Bi berdewamî wiha hate gotin: "Çekên din ku ji keştiya biçûk hatine desteserkirin ji dîzayn û çêkirina Îranê ne û ji 3 moşekên Îranê yên ji erdê ji bo asîman, cîhazên wênegirtinê û alavên din ên Îranê yên ji bo cebilxaneya deryayî û asîmanî pêk tên."

(cx)

ANHA


Mijarên Din