Amerîka hewl dide cezayan li Rûsya û Tirkiyê ferz bike

Hejmarek ji parlamenterên Amerîkayê amadekariyan dikin ku projeya qanûnê ku banga rêveberiya serok Donald Trump dikin ku cezayan li Tirkiye û Rûsyayê ferz bike, ji ber şerê li Lîbyayê gur dikin.

Li gorî kovara Foreign Policy ya Amerîkayê ku Meclisa Nûneran û Kongreyê dê projeya qanûnê ku rêveberiya Trump neçar bike da ku cezayan li Tirkiye û Rûsyayê ferz bike. Her wiha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hişyarî der barê belavbûna çeteyên biyanî li herêmê de da.

Li gorî meclisê ku qanûna aramiya Lîbyayê ku dibe ji aliyê komîteya kar û barên derve ya Meclisa Nûneran di vê hefteyê de derkeve, cezayan li her du welatan di nava 6 mehan de ferz bike.

Endamekî meclisê ji Foreign Policy re wiha got: "Em naxwazin Rûsya cihê lingekî ku gefan li NATO û Ewropayê bixe li Lîbyayê ava bike."

Bi vê yekê îşaret bi serokê Tirkiyê û yê Rûsyayê kir û got: "Erdogan û Pûtîn dema behsa cezayan dibe, paşde vedikişin."

bx


Mijarên Din