Amerîka amade ye danûstandinan bi Îranê re bike

Wezîrê Parastinê yê nû yê Amerîkayê Mark Esper got Amerîka naxwaze şer li herêma Kendavê bidomîne her wiha diyar kir ku Amerîka amade ye ku bê şert bi Îranê re danûstandinê bike.

Daxuyaniyên wezîrê Parastina Amerîka yê nû di hevdîtina xwe ya yekemîn bi çapemeniyê re ji dema sûndxwarina destûr li Koşka Spî hat. Wezîrê nû got: "Em naxwazin têkevin helwestan dema ku acizî çêdibe û keştî bê desteserkirin an jî tiştekî bi vî awayî çêbibe… em hewl didin aloziyê kêm bikin."

Spûtinîkê li ser zimanê Esper ragihand: "Nîşaneyên me ji Îranê re ya amadekariya me ji hevdîtinê û axaftina bi wê re bê şert û bê dem û cih zelal e, da ku em vegerin danûstandinan."

Serokê Amerîka Donald Trump di 18`ê Tîrmehê de ragihand ku keştiya girêdayî berava Amerîka balafieke bêpîlot a Îranê li Mudîq Hirmiz anîn xwarê û teqez kir ku balafirê gef li keştiya Amerîka ya li herêmê dixwar.

Têkiliyên Amerîka û Îranê piştî vekişandina Serokê Amerîka ji peymana nukleerî ku di sala 2015`an hate îmzekirin, nakok bû.

(jo)


Mijarên Din