Amadekariyên paneleke têkildarî şûnwarên Sûriyê tên kirin

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên paneleke zanistî dike. Armanca wê ew e ku rewşa şûnwaran li Sûriyê di nava salên şer de derxe holê.

Xaka Sûriyê ji hêla şûnwaran ve dewlemend e. Gelek şaristanî mîna "Babilî, Aşûrî, Aramî û Emûrî" li ser derbas bûne û şûnwarên wan mane şahidên zengîniya herêmê.

Cihên şûnwarî ji aliyê çete û koman ve rastî kolandin, xirakirin û bazirganiya berheman di nava çend salên şer de li Sûriyê, hatin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca danasîna wan şûnwaran û girîngiya wan, her wiha şêwazên parastina wan amadekariyên panelekê bi navê "Bi hev re ji bo parastina kelepora Sûriyê" dike. 8 nûnerên navendên şûnwaran li Sûriyê û lêkolînerê Amerîkî Sam Siwînî ku bawername masterê di têkiliyên îslamî û xirastiyanan de girtiye, dê beşdarî panelê bibin.

Panel dê li bajarê Reqayê 19`ê Îlonê were lidarxistin.

Girêdayî mijarê hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayişe El-Receb ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku armcana wan ew e ku tiştên ku di nava salên şer de rastî şûnwarên Sûriyê hatine ji rûxandin û talankirinê derkevin hole, her wiha bi hev re bingeh û plansaziyekê ji bo parastina wan were danîn.

Ayişe diyar kir ku panel dê li ser du beşan be. Her wiha Ayişe destnîşan kir ku di dawiya panelê de dê daxuyaniyeke ji encam, pêşniyar, plansazî û çareseriyan di panelê de dê were dayîn.

Desteya Çandê di demên berê de li cihên şûnwarî geriya da ku zirarên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dîtine, belge bike û tê payîn ku di panelê de werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA

  


Mijarên Din