Amadekariyên destpêkirina darizandina çeteyên DAIŞ`ê

Zêdetirî 8 hezar çeteyên DAIŞ’ê û yên radîkal ên ji Sûriyê di dadgehên parastina gel de hatine darizandin. Niha amadekariya jî zêdetirî 600 dozî tê nirxandin.

Dadgeha Parastina Gel a Bakur û Rojhilat Sûriyê heta niha zêdetirî 8 hezar çeteyên DAIŞ’ê û yên radîkal ên ji Sûriyê darizandin. Lê dadgeha Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker  li dijî kantona Efrînê di 20`ê Çîleya 2018`an de rawestî.

Dadgeha Parastina Gel rewabûna xwe ji Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Cizîrê  wergirt. Dadgeh dozên sûcên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin û binpêkirinên çeteyan li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê dadgeh dike. Ev qanûn li gorî qanûnên hevpeymana civakî ya ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê pêşkêşiriye bi hejmar 244 di dîroka 31/7/2014`an de hatiye derxistin. Her wiha Meclisa Qanûnsaz di civîna xwe de bi hejmar 25 di dîroka 27/9/2014`an de erê kir. 

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran ji kesên radîkal, çeteyên DAIŞ`ê yên ku di pêngavên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatine girtin, hene.

Hevserokê Komîteya Qanûnî ya Amadekar ji bo darizandina DAIŞ û endamê Meclisa Edaleta Civakî Xalid Bircus Elî diyar kir ku Dadgeha Parastina Gel ji destpêka 2014`an ve dest bi darizandina çeteyan û kesên radîkal kiriye. Her wiha kesên sûrî yên radîkal ên ku li dijî gelên Sûriyê sûcên şer pêk anîne dadgeh dike.

Elî destnîşan kir ku Dadgeha Parastina Gel karê xwe didomîne û rojane kesên radîkal dadgeh dike. Elî diyar kir ku dadgehê di vê dawiyê de girîngî daye darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên Sûriyê û wiha domand: "Dadgehê zêdetirî 8 hezar çeteyan darizandiye û niha 600 dozên çeteyên DAIŞ`ê dadgeh dike." 

CEZA LI SER 8 HEZAR ÇETE HATE BIRÎN

Elî destnîşan kir ku dozgeriya giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dozên girêdayî çeteyan ji aliyên ewlekariyê yên taybet in pêşwazî dike. Piştre dozgeriyê li gorî gotinên sûcdaran dozên taybet li dijî wan orgenîze dike. Tevî ku delîlan û her tiştên girêdayî sûcên li herêmê kirine kom dike û vediguhêzîne Dadgeha Parastina Gel.

Di nav gotinên xwe de Elî destnîşan kir ku piştî birîna ceza, sûcdar dikare carek din serî li dozgeriyê bi rêya dadgeha istinafê bide.  Navenda dadgehê jî li bajarê Qamişloyê ye.

Girêdayî xwezaya kesên di Dadgeha Parastina Gel de têne darizandin, Elî got: “Rêxistinên terorê yên cuda mîna çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û rêxistinên din ên ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine têne darizandin. Di vê dawiyê de piştî rizgarkirina herêmê û tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve di 23`yê Adara 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê têne darizandin. Piraniya tewanan, endamtiya rêxistinên terorîst, piştgiriya wan, pêkanîna teqemeniyan û qetilkirina sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

ÊRIŞA TIRKIYÊ BI AWAYEKÎ MEZIN BANDOR LI XEBATA DADGEHÊ KIR

Elî teqez kir ku ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de karên Dadgeha Parastina Gel rawestî û got: “Êirşa Tirkiyê bi awayekî mezin bandor li xebatên dadgehê kir. Her wiha karê wê ji demek dirêj re rawestand. Bi taybet dadgeh bi êrişan re rû bi rû mabûn. Êrişê ne tenê bandor li karê dadgehê kir, lê belê bandor li karê komîteya kir ji bo şopandina darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî.”

Elî hişyarî ji xeteriyên muhtemel ên berdewamkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku dibe bibe sedema revîna çeteyan ji kamp û girtîgehan.  Her wiha bandor li prosesa lêpirsîna wan bike.

DI ÇEND MEHAN DE WÊ DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê YÊN BIYANÎ DESTPÊ BIKE

Hevserokê Komîteya Qanûnî ya Amadekar ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê got: "Me gelek hevdîtin bi dewletên koalîsyonê û rêxistinên têkildar re çêkir. Me rewşa û daxwaza xwe ji bo avakirina dadgehek navneteweyî li herêmê ji wan re şîrove kirin. Wan jî diyar kir ku têgihiştine rewşê û rave kir ku ew amade ne di hinek mijaran de alîkariya me bikin. Lê heta vê dîrokî tiştek pêk nehat. Hevdîtinên me jî berdewam in."

Elî eşkere kir ku têkilî di navbera Meclisa Edaleta Civakî û hinek dewletên ewropî de girêdayî dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî heye û got: "Şandeya Britaniya ya dîplomasî soz da ku bi Meclisa Edaleta Civakî re girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê bicive."

Li gel paşguhkirina dewletan avakirina dadgehek navneteweyî Elî got: "Di 3 mehan de em ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bikin. Hinek dewletan gotin ew ê alîkariya me bikin mîna Holanda û Siwêd. Me bang li wan kir ku îtîraf bi biryarên me bikin û rewşa kesên ku hindek maye dema cezaya wan bidawî bibe, çareser bikin. Gelo çaranûsa wan wê çi be? Gelo piştî derketina ji girtîgehê wê bi ku ve biçin? Çawa dewletan wan dê bi wan re bidin û bistînin?"

Elî anî ziman ku ew amade ne bi dewletan re koordîne bikin ji bo ku parêzeran ji çeteyên ku hemwelatiyên wan in bişîn da ku parastina wan bikin û got: "Het ager wan parêzer neşandin, ew dikarin çavdêran bişînin ji bo ku xebarên dadgehê bişopînin."

Têkildarî astengiyê ku rastî wan tên Elî got: "Gelek astengî rastî me tên. Jê dewletan daxwazên me paşguh dikin. Di destpêkê de me xwest ku komîteyek hevpar ava bikin da ku li ser pirsgirêkên ku rastî dadgehên DAIŞ`ê tên, bisekinin. Bi taybet piştî rizgarkirina Baxozê. Lê kesek guh neda. Her wiha hinek mijarên din girêdayî binesaziya dadgehan li gel hejmara zêde ya girtiyan û pirsgirêkên lojistîk ên girêdayî girtîgehan. Plansaziya me ji bo perwerdekirina çeteyan di girtîgehan de heye. Lê civaka navneteweyî di vê mijarê de bi me re ne hevkar e."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din