Amadekariyên dawî yên lidarxistina konferansa yekitiya refa kurdî

Komîteya amadekar a KNK-Rojava, amadekariyên lidarxisitina konferansa bi armanca yekitiya refa kurdî bi dawî kirin. Komîteyê îro der barê cih û dema lidarxistina konferansê nîqaş kirin.

Îro Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK- Rojava) li Navenda  Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo, li hev civiya, da ku amadekariyên organîzekirina konferansa yekitiya mala kurdî nîqaş bike.

KNK-Rojava, komîteyek amadekar ji 8 endam ava kiribû da ku li ser amadekariyên lidarxistina konferansê bisekine. Di vê çarçoveyê de endamên Komîteya Amadekar  îro hatin ba hev û xebatên xwe di hefteya borî de pêk anîne, pêşkêş kirin. Her wiha li ser cih û dema lidarxistina konferansê jî nîqaş kirin.

KNK’ê ji destpêka îsal ve bi armanca lihevkomkirina hemû partiyên siyasî yên kurdî dixebite da ku lêvegereke siyasî di Rojava de ava bikin ku li hember xeterî û gefên li dijî Rojava -Bakurê Sûriyê bisekinin.

Berdevkê Komîteya Lêkolîner û Şêwrê ya bi partiyên siyasî re Dîlawer Zenkî ji ajansa ANHA’yê re daxuyand: "Komîteya Amadekar a KNK-Rojava li hev civî û li ser cih û dema lidarxistina konferansê nîqaş kir."

Dîlawer Zenkî diyar kir: "Dê di demeke nêz de mizgîneya lidarxistina konferansa Neteweyî ya Kurdistanî ji gelê kurd re ragihîne ku tê de 28 partiyên siyasî yên kurdî yên Rojava hene,."

(fr)

ANHA


Mijarên Din