Amadekariyên aliyên têkildar rê li pêşiya rûdana şewatan bi awayekî mezin girtin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya şewitandina zeviyan jêderên quta şêniyan,  şerê şêniyên Efrînê û Şehbayê dike. Li aliyekî din komîteyên şopandina şewatan bi hevkariya şêniyan rolek di kêmkirina zirarên şewatan de lîstin.

Piraniya şêniyên herêma Efrînê debara xwe bi çandiniyê peyda dike. çi çandina danûdexil an jî darên berhemdar. Li gorî serjimariya Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê rûbera zeviyên genim û ceh ên îsal gihaştiye 6 hezar hiktaran.

Li gorî par mewsima îsal ji ber barana bi giranî bariye, baş e. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê tevahiya amadekariyên xwe ji bo çinîna hilberînê û parastina wê temam kirine.

ŞEWATÊN BI ZANABÛN 193 HIKTAR ŞEWITANDIN

Rûberên fireh ji zeviyan li nêzî herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine. Dagirkeran jî bi zanabûn bi armanca ku aboriya herêmê tengav bikin û şêniyan neçarî koçberiyê bikin, bi zanabûn agir bi zeviyan dixînin. Li gorî serjimariya Komîteya Çandiniyê heta niha ji ber şewatan 193 hiktar zeviyên genim û ceh bûne xwelî û 3 hezar darên zeytûnê şewitîne; li zeviyên di navbera gundên Basilê û Bênê 90 hiktar û 2 hezar darên zeytûnê, Soxinekê 20 hiktar û hezar darên zeytûnê, li  Aqîbê 5 Hiktar, gundê Mezin 7 hiktar, Kilutê 5 hiktar ev gund girêdayî navçeya Şêrawa ne. Tevî wê jî li kantona Şehbayê 35 hiktar li gundê Hasiye, 10 hiktar li Herbel, 9 hiktar li Babns, 8 hiktar Til Cîcan, 2 hiktar li Werdiye û 2 hiktar li Trante.

AMADEKARIYÊN RÊVEBERIYA XWESER RÊJEYA ŞEWATAN KÊM KIR

Ruxmî ku rûberên fireh ji zeviyan li nêzî herêmên dagirkirî ne, lê amadekariyên aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û hevkariya şêniyan rê li pêşiya bilindbûna rêjeya şewatan girt. Komîteyek ji bo şopandina şewatan hate avakirin. Komîteyê jî tevahiya amadekariyên xwe ji erebeyên agirkujiyê û amûran temam kirin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Şopandina Şewatan û endamê Komîteya Çandiniyê Basim Osman destnîşan kir ku amadekariyên Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin rolek di kêmkirina asta şewatan de û kêmkirina ziyanan lîstin.

Osman got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn agir bi zeviyan dixînin da ku bi rêya hedefgirtina jêderên qutên şêniyan, şerê şêniyan bike û wan neçar bike da ku ji herêmê koçber bibin. Osman destnîşan kir ku aliyên têkildar amade ne mudexele bikin ger şewatek çêbû. Her wiha bang li şêniyan kir ku bi wan re hevkar bin da ku asta ziyanan kêm bikin.

ANHA


Mijarên Din