Aloziya sotemeniyê li Şedadê çareser bû

Stasyonên mazotê û navendên sotemeniyê yên navçeya Şedadê piştî daxwaza komîteyê ji desteya sotemeniyê ya Cizîrê û diyarbûna nirxê nû yê mazotê, kêmasî û kêmbûna mazotê derbas kirin.

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ji ber rawestandina karê kaziyan (stasyonên mazotê) û neyekkirina nirxê mazotê, azar ji kêmbûna sotemeniyê li hundirê navenda navçeyê dît.

Piştî yekkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, aloziya li navçeya Şedadê bi dawî bû, her wiha rêveberiya sotemeniyê ya Cizîrê alîkariya kaziyan kir, bi vê yekê zext kêm bû.

Serokê Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê Hûsam El-Tean da zanîn ku piştî erêkirina rêveberiya sotemeniyê ya Cizîrê ku li ser daxwaza komîteya navçeyê hate pêşkêşkirin, mazot hate peydakirin, El-Tean wiha got: "Niha aloziya kêmbûna mazotê bi dawî bû, bi taybet piştî yekkirina nirxê nû ji mazotê re ku di civîna dawî ya desteya rêveber a herêmê de pêk hat."

El-Tean xuya kir ku mazot bi rêya ruxsetên rêveberiya Şaredariya Gel a Şedadê ji jeneratorên embêran û ruxsetên çandiniyê li hemû gaziyan tê belavkirin. El-Tean destnîşan kir ku wan mazota dibistanan belav kir û di demeke nêz de ew ê li malbatên şehîdan jî belav bikin.

Her wiha El-Tean di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daneyên dawîn ji malbatên navçeya Şedadê û bajarokên El-Erîşê, Mergedê û Til Şayêr bi dawî bû ku hejmara malbatan gihaşt 49 hezar malbatî, dê mazota zivistanê di demeke din de belav bikin.

ANHA


Mijarên Din