Aloziya Iraqê: 93 kuştî û 4 hezar birîndar

Komseriya Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê de hejmara kuştiyan gihaşt 93 kesan û 4 hezar kes jî birîndar bûne.

Komseriya Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku  xwepêşandanên li hemû bajarên başûrê Bexdayê li dar dikevin di roja xwe ya 5’emîn de ne û zêdetirî 4 hezar kes tê de birîndar bûne.

Her wiha diyar kir ku hejmara kesên hatine binçavkirin, gihaştiye 212 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ji BBC’yê re eşkere kir ku tenê roja înê hejmara kuştiyên di xwepêşandanên li Bexdayê de gihaşt 20`an.

Her wiha wezaretê diyar kir ku hejmara birîndaran 485 kes e û ew rakirine nexweşxaneyên Şehîd Sedir, Îmam Alî û Kindî.

(eh)


Mijarên Din