Aloziya aborî, sedem û bangawazî

Di demekê de ku nirxên lîreya Sûrî li beramberî dolar dadikeve, buhayên kel û pelan bilind dibe. Şênî bang li bazirganên sûka reş dikin ku rewşa welatiyan di ber çavan re derbas bikin.

Ji dema belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya bilindbûna nirxên kel û pelan derketiye. Di rojên dawî de anku bi nîşaneyên DYA‘yê yên ferzkirina sizayên diravî bi rêya "Qanûna Qesyser" li Sûriyê re biha du qat bilind bû.

Di rojekê de nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî hezar û 620 lîre daket û nirxê xerçkirinê rojane tê guhertin. Ev yek bû sedema ku buhayê madeyan di sûkan de gelekî bilind bibe. Ev yek bûye cihê giliyên şêniyan, nemaze ku mûçeyên ku digirin kêm e.

Kamereya ANHA‘yê rewşa sûk û kolanên Amûdê û Dirbêsiyê yên herêma Cizîrê şopand û nêrînên şêniyan girtin.

Welatiyê bi navê Xidir Hec Ehmed ê ji navçeya Dirbêsiyê  li ser pirsa bilindbûna nirxê kel û pelan wiha got: "Buha gelekî bilind e, dolar bilind dibe qîmeta lîreya Sûrî dadikeve.  Xizan nikarin bijîn, nikarin heta dawiya mehê tama goşt bikin. Buhayê kîloyek goştê mirîşan îro bûye hezar û 800 lîre."

Hec Ehmed destnîşan kir ku bazaran bi dolar dide û distîne û got: "Ku em tiştekî bazaran bikin dibêjin buhayê wê bi dolar e."

Hec Ehmed îşaret bi buhayê genim û bandora wê li cotkaran kir û got: "Cotkar îsal dikarîbûn zeviyên xwe biçînin, lê heger rewş wisa dewam bike wê sala bê nikaribin. Dema ku nirxê dolarekî 460 lîreyên Sûrî bû buhayê her kîloyek genim 180 lîre bû. Îsal bi bilindbûna nirxê dolar buhayê her kîloyek genim 225 lîre ye."

Hec Ehmed sedema bihabûnê spart, bilindbûna nirxê dolar, kesybaziya bazirgnan.

Ednan Abdulrehman ê ji gundê Duhir Ereb ê Dirbêsiyê anî ziman ku bi ferzkirina qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa Koronayê ew daneketin sûkê û got: "Piştî em çûn sûkê ji ber buhayê bilind em matmayî man. Her tişt bûye bi dolar em nikarin tiştekî bikirin."

Abdulrehman anî ziman ku bi girtina deriyên sînor re bazirgan kesybaziyan dikin.

Koçbereke ji Serêkaniyê û li Dirêbêsiyê dimîne, nexwest navê xwe eşkere bike baziran û xwediyên emlakan rexne kir û wiha bi lêv kir: "Sedema bihayê bilindbûna dolar  û keysbaziya bazirganan e. Her wiha xwediyên milkan kirê biha dikin. Ez li vir li malekî kirê digerim, lê kiriya wan mehane ne kêmî 70 hezarî ye."

Bihnfiroşê ji navçeya Amûdê Mihemde Şinîd jî sedema bihabûna nirxê madeyan spart bilindûbna dolar û got: “Êdî nema tehekum bi buhayan dibe ji ber vê yekê her tişt biha bûye.”

Şindî destnîşan kir ku bihabûna dolar vedigere berdewama şer û nakokiyên li ser herêmê mîna nakokiyên Rûsya û Amerîkayê  ku bandor li ser nirxê dolar kir, her wiha ambargoriya li ser Sûriyê hatiye ferzkirin.

Nesrîn Remo a ku ji bo kirina cilên cejnê ji bo zarokên xwe li sûkê digire dibêje: "Her tişt biha ye, nikarim cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirim. Divê bazirgan buhayan hinekî kêm bikin."

Tevî bilindbûna nirxên dolar û bihabûna madeyan lê hin bazirgan hene hewl didin bi welatiyan re bibin alîkar û buhayê kel û pelan kêm dikin.

Firoşkarê pêlavan ê ji Dirbêsiyê Enes Fereman dibêje ew hewl dide alîkariya xizanan bike û pêlavan bi buhayê kêmtirî dikanên din difroşe.

ANHA


Mijarên Din